Çiya çi dibêjin: Ger PKK şer nekiriba, me îro nedikarî aştiyê nîqaş bikin

Gerîlayên ku biryara fesihkirin û çek berdana PKK’ê nirxandin, diyarkirin ku ew berdana çekê ne wekî teslîmiyetê lê wekî têkoşînekî berfirehtir dibînin û destnîşankirin ku bi saya şerê PKK’ê îro aştî tê nîqaşkirin.

GERÎLA Û PÊVAJO

Rêber Apo di 27’ê Sibata 2025’an de banga dîrokî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Rêber Apo di banga xwe de diyar kir ku ji bo ku pirsgirêka Kurd ji zemîna tundiyê bikşîne ser zemîna hiqûq û siyaseta demokratîk divê ewil PKK’ê kongreya xwe kom bike, xwe fesih bike.

Rêveberiya PKK’ê wekî bersiva vê bangê ji 1’ê Adarê ve agirbestê ragihand.

Bi vî awayî, fitîla nîqaşan pêxistin: Yên ku matmayî man, yên ku bi bandor bûn, yên ku manîpule kirin û yên ku hewl dan fêm bikin hebûn. Bi kurtasî, her kes axivî. Bi taybetî hemû rayedar li ser vê mijarê axivîn. Helbet ev mijareke ku divê li ser bê axaftin e. Heta diviyabû li ser wê bihata axaftin.

Me jî xwest vê mijarê bi komeke gerîlayan re biaxivin.

Pêşî me hev nas kir. Yek ji wan keçeke Ereb a dirêj û esmer bû; navê wê Sena Minbic bû. Ya din keçeke Kurd a ji Xorasanê bû û çavên wê kesk bûn; navê wê jî Binewşe Berwar bû. Gerîlaya sêyemîn Siyaroj Gabar a ku li Şirnexê ji dayik bûbû ye.

Piştî danasînê, me biryar da ku hevpeyvînê li derve bikin û em derketin derve. Em di bin darên ku kulîlkên wan nû pişkivîbûn rûniştin. Me hevpeyvîna xwe bi Siyaroj re dest pê kir.

We banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê çawa pêşwazî kir?

Siyaroj Gabar: Pêşwazîkirina her kesî cuda bû. Ev ji bo me jî derbasdar bû. Hin ji me bi hestyar bûn, hin matmayî man û hin jî ji ber ku Rêber Apo di wextê xwe de nehat fêmkirin li ber xwe ketin. Lê tiştek hevpar hebû: Me hemûyan ji ber agahî ji Rêber Apo girt keyfxweş bûn. Ji ber tecrîda nemirovane ya ku ew bi salan dihat meşandin, me pir meraq dikir.

Di demekê de ku tevahiya cîhanê bala xwe dida banga Rêber Apo, hevalên gerîla bala xwe didan wêneyê Rêber Apo. Dîtina Rêberê me di dilê me hemûyan de hestên bêhempa çêkir.

Bêguman ev bang bangek pir wêrekî û dîrokî bû. Yên ku vê bangê fêm bikin û bi awayekî rast bicîh bînin, wê di dîroka mirovahiyê de serketinek mezin bi dest bixin. Yên ku fêm nekin, wê nikaribin ji qurbaniya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn birevin.

Gelo we ji Îmraliyê bangeke wisa hêvî dikir?

Siyaroj Gabar: Bi rastî, heke mirov ji Îmraliyê bangek wisa hêvî neke, divê ecêb were dîtin. Ji ber ku Rêber Apo ji salên 1990’î û vir ve di nava lêgerîneke wisa deye. Pêvajoya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ji raya giştî re hat ragihandin lê di heman demê de dikare wekî pêvajoya jinûveavakirin û veguherîna demokratîk pênase bike. Ev encama têkoşîna 50 salan a Rêber Apo û tevgera me ye.

Di vê têkoşînê de kedeke mezin a gelê Kurd heye. Şerê 41 salan a gerîlayan û berxwedana Îmraliyê ya 26 salan heye. Bi rastî, ev bang ne bangeke nû ye; Rêber Apo gelek caran bangên bi vî rengî kiriye. Li ser banga Rêbertiyê komên aştiyê çûbûn Tirkiyeyê, lê hatibûn girtin. Dîsa, gelek caran agirbest hatin ragihandin û bi kûrkirina şerê tinekirinê bersiva van agirbestan dan.

Dîsa, li ser banga Rêber Apo hêzên gerîla yên li herêmên şer ên çalak (hem di sala 1999’an de û hem jî di sala 2013’an de) ji herêmên şer vekişiyan û dewleta Tirk û klîka wê ya şerê taybet ji vê valatiyê sûd wergirtin û bi çêkirina bendavan, wêrankirina daristanan û avakirina qereqolan li herêma Kurdistanê bersiv dan. Di heman demê de bi lîstina exlaqê gelê Kurd re asîmîlasyon, fihûş û madeyên hişberê belav kirin.

Dewleta Tirk heta niha bi komplowarî û îstîsmarkirinê nêzîkî bangên aştiyê bûye û bi polîtîkayên wêrankirinê îhtîmala aştiyê têk dibe. Em hêvî dikin ku vê carê wisa nebe.

Bi kurtasî, lêgerîna Rêbertiya me ya ji bo aştiyê me matmayî nekir. Lê qîrîna Bahçelî ya bi dengekî bilind, "Bila tecrîd were rakirin, bila Ocalan were meclîsê û biaxive" me matmayî hişt. Helwesta Bahçelî bi sedem û encamên xwe mijarek pir kûr a lêkolînê ye.

Piştî bangê ji bo te çi guherî?

Siyaroj Gabar: Tişta ku ji bo me guheriye ev e ku em bêtir li xwe dipirsin. Pirsên me kûrtir bûne, mînak me çiqas Rêber Apo fêm kir, me çiqas destê wî xurt kir? Me çiqas bi sedan projeyên civakî yên ku wî di parastinên xwe de diyar kiribûn pêk anîn. Hem ji aliyê me ve û hem jî ji aliyê dewletê ve gelek mijar hene ku mirov dikare bipirse û encamê jê derxe.

Di vê pêvajoyê de me di aliyê xwe ev lêpirsîn kir. Em nîqaş dikin; em li ser ezmûnên din ên şoreşgerî, pêvajoyên lihevhatinê, aştî û danûstandinan nîqaş dikin. Em li ser hin tecrûbeyên IRA, ETA, Efrîkaya Başûr û Osloyê de hatine jiyîn nîqaş dikin, em dixwazin encamê jê derxin. Em parêznameyên Rêbertiyê ji nû ve dixwînin. Em li ser mijarên milîtanbûna hem şer û hem jî aştiyê nîqaş dikin.

Lê belê em çi nîqaş bikin bila bikin, armanca me ya bingehîn azadiya Rêbertiyê ye. Ji ber ku ji bo me aştî hevdîtina bi Rêberê me re ye.

Rêber Apo bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” çi armanc dike?

Sena Minbic: Dema ku were fêmkirin ku Rêber Apo dixwaze çi bike, ango dema ku bi awayekî şênber lê were nihêrtin, wê were dîtin ku destwerdan li herîkina Şerê Cîhanê yê Sêyemîn kiriye. Mînak, ji tinekirina neteweyî derbas bûye; mesele meseleyeke mirovî ye. Rêbertiya me yê ku Kurdan ji nû ve afirand, gelên Rojhilata Navîn anî ba hev û şoreşa jinan pêk anî, niha dixwaze hemû mirovahiyê bîne ba hev û di nava aştiyê de bijîn.

Belê, hûn difikirin ku PKK gihîştiye armancên xwe?

Sena Minbic: Armanca ku em qest dikin girîng e. Hedef û armancên demdirêj, navîn û demkurt ên PKK’ê hene. Armanca me ya giştî ew e ku mirovahî, jin û xweza bi cewhera xwe bijîn.

Armanca herî kevin a PKK’ê îspatkirina hebûna Kurdan bû; ev yek îspat kir. Vekirina qadên têkoşînê bû; vekir. Serhildana li dijî înkarkirina jinan bû; serî rakir. Anîna mirovan di hawîrdorek hevpar a demokrasî û wekheviyê de bû; ev yek kir. Mirov dikare behsa bi hezaran armancên serketî yên bi vî rengî bike.

Kesên ku dîroka PKK’ê lêkolîn bikin, wê bibînin ku PKK bi gihîştina hemû armancên xwe re di rastiyê de xwe temam kiriye.

Ma PKK’ê nikaribû ji bilî têkoşîna çekdarî bi rêbazeke din bigihêje van armancan?

Sena Minbic: Eger dewletek bi zîhniyeteke hişk wekî Tirkiyeyê li dijî me nebûya, em ê bigihîştina wê. Li ciheke din a cîhanê, daxwazên PKK’ê wekî projeyek mirovahiyê, demokrasiyê, azadiya jinan û ekolojiyê wê bihatana fêmkirin. Lê dema ku mijar dibe dewleta Tirkiyeyê ya ku tirsa parçebûnê pê re heye û înkarker e, têkoşîna çekdarî jêveneger e.

PKK, di esasê xwe de li dijî Geliyê Zîlan, Dersim û bi dehan komkujiyên ku me navên wan negotin, derket holê. Ji ber ku parçebûn, înkarkarina nasname û çanda gelê Kurdan ê ku yek ji gelên herî kevinar û bi kok a Rojhilata Navîn e qebûl nekir, şer kir.

Eger PKK şer nekiriba, em îro nikaribûn li ser aştiyê nîqaşê bikin.

FESIXKIRIN NEDAWÎBÛN E, DESTPÊKEKE NÛ YE

Hin kes dibêjin di bangewaziya dîrokî de armanc daketiye asteke kêm. Hûn li ser vê yekê çi difikirin?

Binewşe Berwar: Belê, dibe ku gelek kes bifikirin ku di bangewaziyê de armancên çareserkirina pirsgirêka Kurd biçûk bûne. Lê ew kesên ku Rêber Apo nas dikin rastiyê dibînin. Di rastiyê de, berfirehbûna armancê heye ku tevahiya Tirkiyeyê û heta Rojhilata Navîn jî digire nav xwe û armanc mezintir bûne. Ji bo her kesî çareserî esas hatiye girtin û ev jî bi aqilê xwerû û pêşbîniya polîtîk a Rêbertiya me ve girêdayî ye.

Tu li ser mijarên fesixkirin û bêçekkirinê çi difikirî? Bi ya te şertên ku ev pêk were hene?

Binewşe Berwar: Ne tenê fesixkirim û bêçekbûn, lê her tiştê ku bi vê pêvajoyê ve girêdayî ye bi nêzîkatiyek cidî pêkan e. Dema cidî nebin û konjonktura cîhanî û herêmî rast neyê xwendin, weke têkçûyiyê pêvajoyê wê derkeve ser dika dîrokê. 

Em mijara fesixkirinê weke dawiyekê nabînin, weke destpêka serdemeke nû dibînin. Her wiha em danînaçekan ne weke teslîmbûnekê, weke têkoşîneke berfirehtir dibînin. Li holê muzakere tine ye; têkoşîn di her şert û mercî de ji bo me jêveneger e.

Di encamê de, divê ev veguherîn berî bi salan pêk hatiba. Pêknehatina wê bi tevahî ji ber bêcidiyetiya dewleta Tirk e. Ji ber vê yekê, girîng e ku em bi şêwazê ku Rêbertiya me pêşbînî kiriye, bi lez bikevin vê pêvajoyê.

Gelo hûn vê carê bi hêvî ne? Wê ev pêvajo veguhere aştiyeke mayînde?

Binewşe Berwar: Hêvîdarbûn bi hêvî û ewlehiyê ve eleqedar e. Ma bi ewle ne? Na. Hîn me duh li ser çawaniya tedbîrên li dijî kîmyewiyên ku wê werin avêtin, em ê maskeyan çawa bi kar bînin, maskeyên oksijen û gazê çawa bi kar bînin, perwerdehî dît. Her roj li ser serê me balafir û balafirên keşfê digerin. Hin qadên me her roj bi hezaran obus û hawanan tên bombebarankirin.

Me di tekmîla îro de agahî girt ku du hevalên me yên jin, Besê û Mîtra, bi çekên kîmyewî şehîd bûne, dewleta Tirk ji me re dibêje: “Ez ê her roj bi tonan qazanan biavêjim, ez ê kîmyasalê biavêjim û hûn ê di bin van şert û mercan de kongreyê li dar bixin. Ez ê we bi her cure çekan bikujim, lê hûn çekên xwe deynin. Bicivin û xwe belav bikin, lê ez ê avakirina komîsyonek aştiyê li parlamentoyê nîşan nekim.

Bi kurtasî, mirov tenê kesên ku gavên cidî diavêjin wan cidî digire. Em di vê mijarê de tenê baweriya xwe bi Rêbertiya xwe tînin. Tenê gotinên Rêber Apo me girêdidin. Tişta ku ji bo me girîng ew e ku em di her şert û mercî de têbikoşin. Em bêhêvî nînin û bêtevdîr jî nînin. Heta ku gotin û pratîk nebin yek bawerî pê nayê.”

Çend meh berê, hema hema her kes qala wan, gerîlayan dikirin. Li gorî hin kesan ew qediyane, li gorî hinan divê ew teslîm bibin û çekên xwe radest bikin. Li gorî hinên din jî divê ew li ber pergala edaletê ya dewletê hesab bidin. Bêyî ku bipirsin, "Ew çi difikirin?" her kes diaxivîn; ji ber ku axaftina niha hêsan bû, lê fêmkirin zehmet bû. 

Me dît ku tevî her tiştî, gerîla sekna xwe ya bi rûmet xira nekiriye; ew bi aramî û sebir nêzîk dibe. Me careke din fêm kir ku ew xwedî wê rastiyê ne ku bi erka xwe ya dîrokî demogojiyê derbas dikin.

Ji bo vê hevpeyvînê me spasiyên xwe pêşkêşî gerîlayan kir û em ji wir veqetiyan.