'AKP xwezaya Kurdistanê wêran û talan dike'

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz got: "Darên ku ji bo çêkirina qaleqol û qereqolan tên birîn, ji aliyê cerdevanan ve ji bo firotinê ber bi bajarên Tirkiyeyê û Idlibê ve tên şandin."

Birîna daran a ku mehên borî li herêma çiyayê Cûdî dest pê kir, hê jî didome. Birîna daran ku ji aliyê cerdevanan ve tê kirin, li gundên Cifane, Nerex, Gilindor û Nêvava yên girêdayî navenda Şirnexê û li gundên Sorbitnê û Bêşêrê yên aliyê navçeya Silopyayê didome. Dîsa li qadên Gûrariştê, Gera Rûviya, Şikira Kera û Banê Elî yên bejahiya gundê Gundikê Remo jî dar tên birîn.

'XWEZAYA KURDISTANÊ TÊ WÊRANKIRIN'

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz der barê mijarê de axivî û anî ziman di encama polîtîkayên AKP'ê yên ewlehiyê de li daristanên Kurdistanê dar tên birîn û şewitandin. 

Kaçmaz da zanîn ku piştî 'pêvajoya çareseriyê' ji hêla Serokê AKP’ê Recep Tayîp Erdogan ve hate xirakirin mîna salên 1990’î li dijî xaka Kurdistanê polîtîkayên şer ketin dewrê û wiha axivî: "Birîna daran a ku mehên borî li herêma çiyayê Cûdî dest pê kir, hê jî didome. Birîna daran ku ji aliyê cerdevanan ve tê kirin, li gundên Cifane, Nerex, Gilindor û Nêvava yên girêdayî navenda Şinrexê û li gundên Sorbitnê û Bêşêrê yên aliyê navçeya Silopyayê didome. Her wiha li qadên Gûrariştê, Gera Rûviya, Şikira Kera û Banê Elî yên bejahiya gundê Gundikê Remo jî dar tên birîn. Ev jî polîtîkaya şerê taybet yê AKP’ê ye. Ev polîtîka ne tenê li Şirnexê li tevahiya Kurdistanê xistine dewrê. Hikûmet dibin navê ewlehiyê de xwezaya Kurdistanê wêran û talan dike. Li aliyekê daran dibirîn û li aliyê din jî daristanên Cûdî, Besta, Gabar û herêmên din yên Kurdistanê dişewitînin.” 

'DARÊN TÊN BIRÎN TÊN FIROTIN'
 
Kaçmaz destnîşan kir ku li herêmê heta niha bi deh hezaran dar hatine birîn û wiha pê de çû: "Darên ku ji bo înşaatên qaleqol û qereqolên ku li herêmê çêkirina wan berdewam dike, tên birîn, ji aliyê cerdevanan ve ji bo firotinê ji bo herêma bajarên aliyê rojava û Îdlîbê re tên şandin. Her wiha beşek ji van daran jî ji bo saziyên dewletê tên şandin. Têketina herêmên ku dar li wan tên birîn, ji aliyê cendirmeyan ve destûr nayê dayîn. Di encama vê polîtîkaya dewletê de bi salane darên li daristanên Kurdistanê tên birîn û şewitandin. Li her cihê ku dar lê zêde heye û qada daristanê ye qeleqol tên ava kirin û xwezaya wir tê talankirin. Gelê herêmê li dijî vê qirkirina xwezayê bi berteke. Daristanên Şirnexê ji aliyê cerdevanan ve tên birîn û firotin. Bi taybetî jî cerdevan ji aliyê Sêgirkê ve ji bo wêrankirina herêman tên şandin."

'POLÎTÎKAYÊN EWLEHIYÊ YE'
 
Kaçmaz bilêv kir ku ji ber polîtîkayên neçareseriya pirsgirêka Kurd û operasyonên leşkerî daristanên Kurdistanê dişewitînin û wiha dom kir: "Di operasyon û topbarana ji qereqolan de daristanê dişewitînin. Herî dawî li Navçeya Silopî di topbaran Qereqola Botaşê de li çiyayê Cudî daristan şewitandin. Her kes vî agirê li Cudî, Gabarê dibîne. Sedema agirê li Kurdistanê polîtîkayên ewlehiyê ye. Li dewsa saziyên eleqeder agirê bi daristanê dikevin vemirînin, mixabin bi hinceta ‘Qadên ewlehiya taybet’ venamirînin. Li Îzmîr, Manîsa û Bûrsayê dibêjin 'Dilê me dişewite' û bi lez vedimirînin. Lê li herêma Cudî û Gabarê bi destê xwe daristanê dişewitînin. Her wiha ji bo daristanên li Yûnanîstanê dibêjin dilê me disoje û ji bo vemirandinê çi pêwîst bike em amade ne, lê mixabin bi mehan Cûdî, Gabar, Besta, Lice, Çewlîg û Dêrsim dişewite rayedarên dewletê bêdengin. Gelo daristanên li Kurdistanê ne daristanin? Dijminatiya dewletê ya li dijî Kurdan çavê wan sor kiriye û heta talankirina xwezaya Kurdistanê jî kiriye hedefa xwe."