Ji bo parastina daristanan 'artêşa kesk'

Li Efrîkaya Rojava ku parastina daristanan her roja ku diçe zêdetir girîng dibe, ji bo armanca dardanînê ya ji hêla Perava Diranêfîlê 'artêşa kesk' tê avakirin, ya ku ji sedan kesî pêk hatî.

Perava Diranêfîlê ku xwedî 322 hezar km bi dirêjî û firehiyê ye li Efrîkayê ji qadên daristanî yek ji ya herî berbiçav e. Di destpêka salên 1960'î de li Peravên Diranêfîlê ku nîvê xaka wê (16 milyon hektar bi daristanan bû) bi taybet ji ber çandina kakaoyê hate tinekirin. Di hilberandina kakaoyê de ya welêt li cîhanê para xwe 40 ji 100'î ye lê ev serketin bi tinekirina daristanan bi dest ve hatiye.

Tê zanîn bobelatên sirûştî, germbûna global, şoraxbûna axê û koçkirin di tinebûna daristanan de sedemên dinin.

Ji bo berfirehkirina qadên daristanî ku di roja berdest de bi qasî 3 milyon hektarî ango bi qasî 1 ji 10'ê maye, xebat didomin. Li welêt ku par 1 milyon dar lê hatî çandin, hedefa îsal ew e ku bi kêmanî 5 milyon dar werin çandin. Her wiha armanc ew e ku heta 2030'î qadên daristanî du caran lê were zêdekirin, bigihîin 6 milyon hektarî.

Ev jî tê manya ku xaka welêt 1 ji pêncan bibe qada daristanî lê dîsa jî li gorî salên 1960'î, wê 2,5 cara kêmtir bibe qada daristanî.

Lê ji bo ku armanca dardanînê ya li welêt bigihije armanca xwe parastina qadên daristanî girîng e. Wezîrê Av û Daristanan Rîchard Donwahî ragihand wan bi navê ,''Tûgaya Çavdêriya Taybet û Destêwerdanê'' (BSSI) yekîneyeke taybet a ji 650 kesî pêk hatî, ava kirine.

Endamên BSSI an jî 'artêşa kesk' bi dirûşma, 'daristan pîroz in, mirov di ber de bimire jî divê wê biparze û divê biparêzim' têne perwerdekirin