Îhaleyên qetilkirina jiyana xwezayî

Di îhaleyên ji aliyê Wezareta Çandinî û Daristanê ya Tirkiyeyê bin navê tûrîzma nêçîrvaniyê ya li ser lawirên jiyana xwezayî de, bi 100 hezaran lîre digre, lawirhez jî nerazîbûn nîşanî vê didin.

Li ser nerazîbûnên îhaleya nêçîrvaniya pezkûviyan a li Dersimê Wezareta Çandinî û Daristanê ya Tirkiyeyê daxuyaniyek da û ragihand ku îhaleya taloq kiriye. Kuştina gelek lawirên çolê ya di bin navê tûrîzmê de vê carê Eskîşehîr jî lê zêde bû. Bi bihîstina vê re nerazîbûnên li dijî nêçîriya pezkûviyan zêde bû.

JI RIHAYÊ BIGIRE HETA MELETIYÊ XELEKA NÊÇÎRÊ

Ev îhaleyên nêçîrê ya kete rojeva çapemeniyê û rê li ber nerazîbûnan vekir demek dirêj e ji aliyê Wezareta Çandinî û Daristanê ve tê birêvebirin. Gelek îhaleyên ku bi şêwazê girtî tê kirin, di malpera fermî ya îhaleyan de xwe gihandina wê mimkûn e. Nimûne di tûrîzma nêçîrê ya 2020-2021’an de li Serê Kanî ya Rihayê li gorî qanûna şêwazê îhaleyê bi rengê 4 partî kuştina 9 pezkûviyan di rûniştina girtî ya 07.07.2020’ê de bi civînekê hatiye dayîna îhaleyê. Dîsa di heman dîrokê de li Meletiyê 15 bizinên kuvî, 2 pezkûviyên şax dirêj hatiye dayîna îhaleyê. Di îhaleyên li Gurgum, Edene, Mêrsîn, Hatay, Dersim, Nîgde, Kayserî û Sêwasê hatin kirin de jî li pêşberî pereyê herî kêm 26 hezar lîre û herî bilind jî 665 hezar lîreyan nêçîr tê kirin.

BÛYE CINETA NÊÇÎRVANÊN BIYANÎ

Li gorî Fermana Pêkanîna Sala Nêçîrê û Tûrîzma Nêçîrê ya 2020-2021’an a ji aliyê Wezareta Çandinî û Daristanê ve hate belavkirin, lawirên ku destûra nêçîrkirina wê hatine dayîn wiha ne: Bizina kûvî, çend cûrên pezkûviyan, xezal û beraz in.

Li gorî îstatîkên li gorî salan ji aliyê Midûryeta giştî ya Parkên Mîlî û Parastina Xweza ya Wezareta Çandinî û Daristanê ve hate belavkirin û di sala 2018-2019’an 5 hezar û 255, sala 2027-20118’an 2 hezar û 546 lawirên xwezayî hatine kuştin. Dîsa li gorî heman daneyan di îhaleyên navbera salên 2017-2018 û 2018-2019’an hejmara nêçîrvanên biyanî jorî 1500 bûye û dîsa hejmara giştî ya nêçîrvanan di nava van dîrokan de 2000 zêdetir bû.