Li Brezilyayê polîtîkaya qirkirina daristanan

Wezîrê Hawîrdorê yê Brezîlyayê diyar kir têkoşîna dijî têkoşîna polîtîkaya nehiştina daristanan li Amazonan ji ber sedema ku fona hewce nehatiye dîtin wê nedome.

Li Brezilyayê ji dema ku Jaîr Bolsonaro bûye serokdewlet û vir ve li Amazonan ku weke kezeba cîhanê têne zanîn polîtîkayeke cidî nehiştina daristanan tê kirin.

Wezîrê Hawîrdorê yê Brezilyayê duh diyar kiribû ew ne xwedî wan derfetan in ku bi rengekî bibe bersiv karibin bi polîtîkaya nehiştina daristanan re têbikoşin.

Wezareta Hawîrdorê di têkoşîna dijî nehiştina daristanan de bi roleke girîng e. Nexasim li dijî yên ku daran dibirin û bi qeçaxî li madenan digerin divê operasyon werin kirin û ji bo ku daristana herî mezin a cîhanê ya tropîk were parastin ked were dayin.

Wezîr di daxuyaniyê de got ji bo têkoşşîna dijî nehiştina daristanan bûdçeya ku divê were veqetandin ji hêla Bûroya Bûdçeya Federal ve hatiye veqetandin û ev ferman jî ji bûroya sekreteriya giştî ya Bolsonar hatiye.

Piştî daxuyaniya wezîr bi demeke kurt alîkarê serok Hamîlton Mourao ev daxuyanî li derewê qeliband û got wezîrê hawîrdorê bilez tevgeriyaye û diyar kir60 milyon real ê bi qîmetê 11,1 milon dolarî wê di cih de debloke nebe.

Duh piştî nîvor, got bi armanca têkoşîna dijî nehiştina daristanan fon di xizmetê de ne.