Di 25 salan de 28 trilyon qeşayî heliyaye

Li gorî xebata pisporên ku ji zanîngehên Leeds ve Edinburgh û University College London pêk hatî van 25 salên dawî bi kêmanî 28 trilyon ton qeşayî heliyaye.

Di lêkolînê de hate destnîşankirin sedema sereke ya helandina li qeşayiyan zêdebûna germbûna global e, hate diyarkirin reqama navborî tenê ya dema di navbeyna 1994 û 2017'an de ye. 28 trilyon qeşayî jî, ew  qasî zêde ye ku  hemû Ingiltereyê dikare heta bi 100 metro bilindahiyê vegire.

Li gorî lêkolÎnê ya ku di kovara The Cryosphereyê de weşiyayî, qeşaye ku heliyaye 7,6 trilyon li Arktîkê, 6,5 trilyon li Antarktîkayê pêk hatiye. Texmîn ew e ku li hemû cîhanê bi kêmanî bi qasî 6,2 trilyon qeşayî heliyaye û bi giştî 60 ji 100'î yê qeşayê li nîvgiroverika bakur pêk hatiye.

Helandina li Gronlandê ya li giroverika bakur bi taybetî hate destnîşankirin.

Lêkolînê her wiha diyar kir ji 1990'î û vir ve rêjeya helînê li deverên qeşayî 57 ji 100'î zêde bûye.