Li Zîlanê bendava HES’ê ya 5’emîn tê çêkirin

Şîrketa ku berê li ser Çemê Zîlanê çar bendavên HES’ê çêkiribû niha jî dest bi xebatan kir ku li gundê Agaçorenê HES’a 5’emîn çêbike.

Ji bo ku li ser çemên Erdîşa Wanê Santralên Hîdro Elektrîk (HES) çêbikin dest bi xebatan tê kirin.

Erdîş a ku ji bo dîrok û erdnîgariya Kurdistanê cihekî wê yê girîng heye, dibe hedefa AKP’ê. Li Erdîşê Çemên Zilan û Delîçay heye. Tekane aboriya gel jî li ser çandinî û xwedîkirina heywanan e. Bi HES’an re wê xweza were qetilkirin û qadên çandiniyê jî tune bibin. Wê mirovên li herêmê ji neçarî koç bikin.

Li Zîlanê berê jî bi Bendava Koçkopru bi dehan gund û bi hezaran erd di bin avê de ma. Goristanên komî yên cangoriyên Qetlîama Zilanê di bin avê de man. Germava li Erdîşê jî di sala 2016’an de ji aliyê qeyyûmê Erdîşê hate rûxandin. Heman qeyyûm piştre hemû çavkanî ji bo 49 salan firot şîrketeke AKP’yî.

Li ser Delîçaye ya ku masiyên încî kefalî lê hene, Bendava Morgedîkê hatibû çêkirin. Bi hezaran erd di bin avê ma. AKP a ku Delîçay tune kir niha jî li herêmê HES’ê çêdike.

Ji aliyê Şîrketa Hilberîna Elektrîkê ya Gokakim a ku nêzî AKP’ê ye, berê li ser Zîlanê çar HES hatibû avakirin. Heman şîrket niha jî amadekariyan dike ku li gundê Agaçorenê HES’a 5’emîn çêbike. Armanca pêşîn a şîrketê ev e ku erdê gundiyan bi erzanî bikire. Rayedarên şîrketê mehek in li ser vê meseleyê dixebitin.