Projeya texrîbkirina Çavkaniyên Mûnzûr destpê kir

Dest bi projeya ku dihate xwestin li Çavkaniyên Mûnzûr a dikeve sînorê navçeya Pûlur a Dersimê ku ji bo Elewiyan pîroz e, destpê kir.

Projeya ku ji aliyê Ajansa Nûkirina Firat (FK) a di koordîneya Walîtiya Dersimê ku bi gotina ‘ji bo turûzmê vekin’ û bi îdîaya ‘derbaskirina qirêjiya derdor’ ji aliyê Desteya Herêma Parastina Berhemên Çandî ya Erziromê ve Hezîrana 2019’an hatibû erêkirin, destpê kir.

Projeya 800 milyon lîra, wê pirên ji dar li ser Mûnzûrê re bên çêkirin. Projeya ku  bê ku bi gelê herêmê, şaredarî û rêxstinên civaka sivîl re bê gotûbêjkirin hatî amadekirin, li ser cihên beton ên sîpêlan dest bi danîna daran kirin.

Dîsa yek ji parkên wesayîtan ku li gorî plansaziyê divê bê çêkirin, hema li ber çavkaniyan dest bi çêkirina wê hate kirin. Ya din jî wê li gel Gundê Gozeler çêbike. Berhmên Compîng Stand, cihê birîna qurbanan û geştê jî wê li nêzî gund çêbikin.

Di rewşa projeya texrîbkirina Çavkaniyên Mûzûrê temam bibe de, ketina çavkaniyan wê bi heq be.