Ji bo rizgarkirina Çavkaniyên Mûnzûrê kampanya îmzeyan dest pê kir

Meclîsa 'Bila Mûnzûr bi rengekî azad biherike' li dijî projeya talankirina Çavkaniyên Mûnzûrê dest bi kampanya îmzeyan kir.

Kampanya îmzeyan bi navê "Talankirin û wêrankirina Çavkaniyên Mûnzûrê ya di bin navê sererastkirinê de tê kirin bila bê rawestandin" li malpera change.org'ê hate destpêkirin.

Kampanya bi pêşengiya Meclîsa 'Bila Mûnzûr bi rengekî azad biherike' pêk tê.

Di metna kampanyayê de wiha hate gotin, "Çavkaniyên Mûnzûrê ji bo baweriya me ya Elewî-Kizilbaş cihekî pîroz e. Projeya Sererastkirinê ku hewl didin li Çavkaniyên Mûnzûrê bi cih bînin, destwerdana li bawerî, çand û hişmê me ye." Di metna kampanyayê de hate xwestin ku her kes li ber xerakirin û talankirina çavkaniyên Mûnzûrê rabin.

Di çarçoveya kampanyayê de di nava 24 saetan de zêdeyî 5 hezar îmze hatin komkirin.