HES dibe sedema felaketên xwezayî

Serokê Van Çev-Derê Alî Kalçik diyar kir ku demên dawî ji ber HES ên li Erdîş, Şax û Bêgirê hatine çêkirin, felaketên xwezayî rû didin.

Demên dawî ji ber baranê li herêma Zîlan a Erdîşê, Bendîmahî ya Bêgirê û Kanîspî ya Şaxê felaketên lehiyê rû dan. Ji ber lehiyê bi dehan heywan telef bûn, mal û axur hilweşiyan û zevî di nava avê de man.

Serokê Komeleya Hawirdorê ya Wanê (Van Çev-Der) Alî Kalçik destnîşan kir ku divê çem bi rengekî xwezayî li şûna xwe biherikin û got, "Eger tu rêgeha xwezayê biguherîne, xweza jî wê qat bi qat zêdetir bersivê bide. Eger tu avê bike kapîtal, wê alîgirê hin kesan qezenç bike. Lê belê xweza jî wê qat bi qat zêdetir tolê ji şêniyên wê herêmê hilîne."

Kalçik anî ziman ku felaketên dema dawî yên li Derya Reş, Qers, Erdexan, Agirî û Wanê yên rojên dawî ji ber baranê rû dan bi bîr xist û got, "Bi Santralên Hîdro Eleketrîkê (HES) ên li Zîlanêçêkirin, av kirin meta. Ji bo hinek qezenç bikin av qirêj kirin, xweza jî tune kirin. Li gel dram û komkujiyên heyî, mohra xwe danîn binê hovîtiyeke nû.

Li Wanê bi sedan HES ên ser bi DSÎ hene. Bi rêya van HES'an xweza herimandine. Yên ku bi alîgirên xwe didin qezençkirin, yên ku çemên li herêmê hemû qirêj kirine, ew hêz in ku bi navê hilberîna enerjiyê van kiryaran dikin. Halbûkî li vê herêmê ku weke paytexta rojê ya dinyayê tê dîtin salê 300 rojî enerjiya paqij a dikare bê nûkirin, dikare bê afirandin."