Qeşa li Derya Bergînê daketiya asta herî kêm a 5 hezar salên dawî

Li gorî zanyaran, qeşa li Derya Berîngê ya navbera Rûsya û eyaleta Alaska ya DYE'yê, daketiye asta herî nizm a bi hezaran salên dawî.

Derya Bergînê di navbera Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de li aliyê bakur ê Okyanûsa Pasîfîk e û zivistanê bi giranî qeşagirtî ye. Qeşa li herêmê havînê dihele û zivistanê ji nû ve çêdibe.

Li Derya Berîngê qeşa cara yekemîn di slaa 1979'an de hate pîvandin. Tê lêkolîn ku qeşaya li vê herêma Arktîkê, di nava 5 hezar û 500 salî de guhertineke çawa derbas kiriye. Li gorî analîzeke ku li kovara Scîence Advancesê hate weşandin, qeşa li herêmê daketiye asta herî kêm a 5 hezar û 500 salên dawî.

Lêkolîn li girava St. Matthewê ku kes lê nîne hate kirin. Ev herêm ew qad e ku pêvajoyên ku Derya Berîngê jê derbas bûye bi rengekî zelal lê qeyd bûne. Li gorî yek ji endamên lêkolînê Mîrîan Jones diyar kir ku girav ji bo fêhmkirina rewşa okyanûsê û atmosferê girîng e.

LI GORÎ ARKTÎKÊ QEŞA HÎN KÊMTIR DIHELIYA

Li gorî lêkolînên ku ji sala 1979'an ve li Derya Berîngê tên kirin, dihate texmînkirin ku qeşa li vê herêmê li gorî Arktîkê hîn kêmtir diheliya. Li gel germahiya global, li Arktîkê mehên zivistanê helandina qeşayê zêde bû. Lê li Derya Berîngê asta helandina qeşayê stabîl bû. Lê belê di zivistanên salên 2018 û 2019'an de qeşa gelekî kêm bû.

Li gorî dîrektorê saziya bi navê Alaska Stable Îsotope Facîlîty Matthew Wooller, ji bo qeşa li Derya Berîngê bi temamî bihele, şert û mercên hawirdorê û avhewayê afirîne. Wooller destnîşan dike ku ev yek wê bandoreke neyînî li ekosîstema li herêmê bike.

Wooller destnîşan kir ku tişta wan di lêkolînên dawî de dîtin, li Derya Berîngê guhertineke ku di nava 5 hezar û 500 salan de nebûye, hatiye dîtin. Wooller diyar kir ku ew dixwazin fêhm bikin ev guhertin rewşeke neasayî ye yan jî encama meyleke asayî ye.