Evîn û hezkirin astengiyan nas nake!

Ehmed ciwanekî wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ye. Hem nabihîze, hem jî nikare biaxive. Lê belê bûye mînak ku nîşan dide, mirov dikare bi hêrs û îradeya xwe astengiyên li pêşiya xwe hemûyan rake.

Ehmed sala 1984’an li gundê Nêrveh ya girêdayî Qileban ê bajarê Şirnexê ji dayîk bûye. Ehmed ji dayîkbûna xwe ve ker û lal tê dinê. Li gorî gotina dayîka wî heya 6 mehan ji guhên wî av tê, piştre bi temamî diyar dibe ku ker e. Her wiha xwîşk û birayekî din ê Ehmed jî di aliyê mejî de astengdarin.

Ehmed di malbatekî welatparêz de mezin dibe. 3 bira û 4 xwîşkin. Li gund hema bêje her kesî ji Ehmed hez dikir, ango Ehmed zû dikete nav dilê şêniyên gund. Ji 7 heya 70 salî, her kesî pir nirx dida wî, ji ber ku bi xwe seknekî wisa raber dikir. Ehmed ji zarokatiya xwe ve dikeve ferqa wê rastiyê ku mirov dikare astengiyên fîzîkî ji xwe re neke xem û dikare wê nebesiya xwe ya fîzîkî derbas bike.

Bêguman ev yek bi evîn, hezkirin û hewldanê pêkan e. Lewma Ehmed bêyî ku bikeve bin bandora derûniya rewşa xwe ya fîzîkî, her tim hewl da vê nêrîna ku dibêje ‘Guneh e û nikare karekî bike’ vala derxîne. Dema mirov li rewşa wî ya niha û serpêhatiya wî temaşe dike, dibîne ku di wê mijarê de kariye nêrîna civakî bi temamî vala derxîne û pêkanbûna nêrandinekî cudatir nîşan bide. Wexta mirov çendîn kêliyan bi Ehmed re jiyan dike, pir hêsan dikare rastiya hêza evîn û hezkirinê bibîne ka mirov dikare bi rêya wê çiqasî xurt tevbigere û gelek astengiyên xwezayî derbas bike. Astengiyên ku di çavê gelek kesan de ne pêkane werin derbaskirin.

Di dawiya sala 1993/destpêka 1994’an de, malbata Ehmed ku bi welatparêziya xwe dihat naskirin ji ber zilm û zordariya dewletê Tirk ê faşîst neçar man ku penaber bibin. Ji bo cara yekem malbata wî berê xwe dide Başûrê Kurdistanê, wargeha Şeraniş a girêdayî bajarokê Zaxoyê. Ji wê rojê heya îro bi gelê wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) heman serpêhatiyê dijî. Tevî ku gelek êşên penabertiyê bi xwe pêsîra gelê berxwedêr ê Botanê bernedida jî lê kesên mîna Ehmed ku hem ker û hem jî lal e, wan hemû zehmetiyan digire pêşiya xwe û bi wan re têdikoşe. Her çiqasî dibe ku bi xwe di ferqa wê yekê de be yan jî nebe zêde ne girînge, ya girîng ev e ku hewl dide nîşanê her kesî bide ku mirov dikare gelek êşên mezin jî veguherîne xweşikbûnê. Di nava civakeke penaber û berxwedêr de derketina kesayetên bi vî rengî tiştekî normal û asayî nîne. Lê ger mirov bi çavekî civaknasî lê temaşe bike dikare bibêje ku civakeke berxwedêr dikare takên berxwedêr biafirîne. Ehmed mînaka ber bi çav ya vê rastiyê ye.

Li gorî gotinên endamên malbatê; di dema ku li wargeha Nînova de bûne, Ehmed hemû rojê weke her zarokekî xwe bi traktora şarevaniya wê demê ya wargehê digirt û dema xwediyê traktorê Cemîl Aviyanî pê dihesiya peya dibû û dixwest wî ji bo ku qeza çênebe ji traktorê dûr bixîne. Lê Ehmed xwe diveşart û piştî ku Cemîl carekî din bi rê diket dîsa dihat û xwe bi traktorê digirt. Cemîl wê rewşê ji bavê Ehmed re vedibêje û diyar dike ku eger qeza çêbibe û tiştek bi serê Ehmed bê, ev ê ne berpirsiyar be. Bavê Ehmed jî di bersiva wî de dibêje ku ev bi xwe jî bi Ehmed nikare, lewma ji Cemîl daxwaz dike ku Ehmed fêrî ajokariya traktorê bike.  Di nava demekî pir kurt de Ehmed fêrî ajokariya traktorê dibe û êdî di dîroka jiyana xwe de qonaxekî nû dide destpêkirin. Piştî demekî ku her diçû xwe baştir fêrî kar û xebatên şarevaniyê dikir bi awayekî fermî derbasî nav kar û xebatê şarevaniyê dibe.

Ehmed sala 2000’an bi awayekî fermî dibe endamê Şarevaniya Mexmûrê û heya niha li gelek beşên kar û xebatê şarevaniyê de cihê xwe girtiye û ev demeke ku ajokartiya kepçeyê dike. Hevalên wî yên kar dema qala Ehmed dikirin digotin ku ew bi xwe jî heyirî mane ka bê Ehmed çawa dikare ajokartiya kepçeyê bike; ji ber ku yê vî karî bike divê operator ango pispor be. Her wiha ya balkêş ev e; tevî ku nabihîse û nikare biaxive, lê li gorî rastiyê dema mirov temaşe dike û dişopîne, mirov dibîne ku ji yên ku pirsgirêkên wan ên fîzîkî nînin jî baştir karê xwe birêve dibe.

Ehmed sala 2008’an dizewice. Hevjîna wî bi xwe bi eslê xwe ji Bakurê Kurdistanê ye, lê bi xwe li bajarê Musil a Başûrê Kurdistanê li dayîk bûye. Ehmed li wê derê wê nas dike û pê re dizewice. Heya niha 4 zarokên wan çêdibin ku yê herî mezin Kur e û 3 jî keç in. Dibe ku bê payîn zarokên wan weke Ehmed bi xwe astengiyê fîzîkî pê re hebe lê ne wisa ye, berku rewşa her 4 zarokên wan baş e.

Sala 2015’an dema çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) kirin, weke tê zanîn gelek şêniyên wargehê bi awayekî dilxwaz li gel hêzên gerîla yên HPG’ê ku ji bo parastina xaka Başûrê Kurdistanê hatibûn herêmê cihê xwe girtin û li dijî êrîşên hovane yên DAÎŞ’ê berxwedaniyekî bêhempa nîşan dan. Ji destpêka vê pêvajoyê heya dema şkandina DAÎŞ’ê yek ji wan ciwanên ku herî zêde bi kêrhatiyên xwe karî rolekî mezin di xurtkirina çeperan, her wiha serxistina şerê DAÎŞ’ê de bilîze Ehmed bû. Ehmed bêyî ku li benda kesekî/ê bimîne bi xwe bi dil û can li her cihê ku pêwîst bû li hemberî êrîşên DAÎŞ’ê berxwedanî bihatiba nîşandan li wê derê di serî de çeper, gelek cih û stargehên pêwîst ji bo xwe parastin û şer çêkirin. Ehmed weke zarokatiya xwe bê hesab û kîtab nêzî kar dibe û bêyî westan û rawestan karê xwe meşand. Taybetmendiyeke din ê balkêş ê Ehmed ev bû ku karê dikir pir saxlem û qawîm bû. Wate çeperên ku çêdikir tu yê bigotiba qey zanayekî vê karî ev çêkiriye.

Hem endamên malbatê û hem jî hevalên wî yên kar di derbarê nêzîkatiyê Ehmed a ji bo kar û xizmetgozariya gel de dan zanîn ku Ehmed her tim xwestiye bê beramber xizmetê gelê xwe bike. Ji bo Ehmed berjewendiya gel ji ya takekesî girîngtir e. Weke ciwanekî wargehê dixwaze bi şêweyekî ango bi qasê ku hêza wî têr dike, di berxwedanî û têkoşîna di serî de ya gelê wargehê û hemû gelê Kurd de bê rol û berpirsiyarî nemîne û bikare pêşengtî bike. Çawa ku Ehmed di zarokatiya xwe de di dilê hemû şêniyên gund de cihê xwe vekiribû îro jî bi heman hest û şêweyî di nava dilê hemû şêniyên wargehê de xwedî cih e.

Ehmed bi rêya îşaretên destan bi derdorê xwe re têkilî çêdike û xwe dide fêhmkirin. Di vî warî de tu pirsgirêk ên ne fêhmkirin û nedana fêhmkirinê derneketiye. Rûyê wî yê bi ken û dilnizmiya wî ku ji hezkirina wî ya li hemberî civakê tê rengê ne fêhmkirinê diguherîne cîhana fêmkirin û têgihîştinê.  

Wek ciwanekî wargehê Ehmed di pir aliyên xwe yên mîna fedakarî, dilnizmî, empatî çêkirin (tevî astengiyên xwe hene), civakî û sadebûn ve ji gelek ciwana re bûye mînakek baş. Ehmed di axaftineke xwe de bang li hemû ciwanên Kurd û bi teybetî yên wargehê dike ku di oxira gel û têkoşîna wê ya azadiyê de li şûna ku dema xwe vala derbas bikin, bila erk û berpirsiyartiya xwe ya li hemberî civakê pêk bînin. Ango berjewendiyên xwe yên takekesî nexin pêşiya berjewendiya gel.

Ehmed bi xwe remza serxistina rewşeke wiha ku pir kêm mirov rastî wê tên, bi hêza hezkirin û evînê ve girêdide. Wate bi hezkirin, evîn û hewldanê mirov dikare gelek astengî û pirsgirêkan derbas û çareser bike.