'Bi şewata daristanan qirkirina ekolojîk pêk tê'

Vahap Işikli diyar kir ku şewata li daristanên Kurdistanê ji ber polîtîkayên şerê taybet rû dide û got: "Li Tirkiyeyê jî şewat bi giranî ji ber polîtîkayên rantê rû dide. Li her derê li hemberî xwezayê qirkirina ekolojîk pêk tê."

Dewleta Tirk di çarçoveyê şerê tinekirinê de yê ku li dijî gelê Kurd daye destpêkirin, li Kurdistanê ji mirovan heta xwezayê her tiştî dike hedef. Lewma bi awayekî hovane ji Şirnexê heta Amed, Çewlik, Dersim û Colemêrgê her deverên Bakurê Kurdistanê dişewitîne.

'LI KURDISTANÊ POLÎTÎKAYÊN ŞER LI TIRKIYEYÊ RANT'

Berdevkê Platforma Parastina Hevselê Vahap Işikli der barê şewata daristanan de axivî û anî ziman ku şewata li daristanên Kurdistanê ji ber polîtîkayên şerê taybet rû dide û got: "Li Tirkiyeyê jî şewata bi giranî ji ber polîtîkayên rantê rû dide. Ji pêkanîn îro rû didin em ne xerîbin, ji salên 90’an û vir ev pêkanîn di dewrê de ne. Li Kurdistanê her sal di werza havînê de bi awayek sîstematîk şewata daristanan rû dide. Her sal bi awayek zanebûn di meha hezîranê de ev şewat destpê dikin. Bi rojanin daristanên Kurdistanê dişewitin, lê mixabin ti mudaxele nayê kirin. Ji Nisêbînê bigre, Cûdî, Gabar, Besta, Lice û Dersim bi rojan in dişewitin."

'QIRKIRINA EKOLOJÎK'

Işikli da zanîn ku destpêkê daristanên li Cûdî bi rêya cerdevanan hatin birîn û wiha pê de çû: "Piştî birîna daran, ev dar ji aliyê hin kesan ve tên firotin. Her wiha piştre jî herêm ji aliyê leşkerî ve hate şewitandin. Li Kurdistanê li cihê ku daristan tên şewitandin qeleqol tên çêkirin û li Tirkiyê jî li cihê şewatê bînahiyên pir qatê tên avakirin. Gelek balkêşe ku şewata li Kurdistanê rû dide li dora qeleqol û qereqolan pêk tê. Di encama her operasyonek leşkerî de teqez herêm tê şewitandin. Dema ku der barê vemirandina şewatê de li rayedaran tên gerandin, rayader wiha dibêjin, ‘ji bo ku em şewatê vemirînin ava me tinen û ekîbên ku em bişînin jî tineye’ Di nava van heftiyê dawî de bi hezaran hektar şewitîn e. Sereke sedemê vê jî operasiyonên leşkerî ne. Ji bo vê yekê li hemberî xwezayê qirkirina ekolojîk pêk tê. Li gel vê jî dema HES û Bendavan jî em lê bikin, li tevahiya herêmê qirkirina xwazê pêk tê."

'BI ŞEWATA DARISTAN RE NEXWEŞÎ ZÊDE DIBIN'

Işikli bilêv kir ku bi tinekirina daristan û xwazayê re nexweşiyên cur be cur derdikevin holê û wiha got: "Ev yek bi şewba Covîd-19 jî derket holê. Bi vê yekê re gelek nexweşiyên weke şewbê derdikevin holê û belavbûna wê jî asantir dibe. Daristan ji bo vê yekê hêzek ya parastinê ye. Di navbera şewate li çiyayên Qazan û şewata li Kurdistanê de rû dide ti ferq tineye. Lê mixabin ekolojîst û raya gitşî wiha lê nanêre. Li kûderê be bila bibe em li dijî şewata daristananin û qirkirina xwazayê ne. Hemû jî dengeya xwazî dixe xeteriyê û bandora vê li me tevahiyan dike. Dama tenê darek jî zirerê bibîne, dibe sedama zerara li zindiyên di nava daristanê de dijîne. Her wiha bi sedan zindî di nava darisanan de şewitîn û zirerek mezin dîtin. Em ê weke Platforma Parastina Hevselê şopdarê ve yekê bibin. Daristan ne tenê ji bo sewalan ji bo mirovan jî herêma oksîjen û parastinê ye. Divê her mirovek li dijî vê qirkirinê derkeve û xwedî xwazaya xwe derkevin."