Vê cejnê bi xisar jî nikarin lawiran bifiroş in

Li Wan a li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê yek ji navendên lawirvaniyê ye, çend saet mayî ji Cejna Qûrbanê re xwediyên lawiran bi xisar jî nikarin lawirên di destê xwe de bifiroşin.

Wan a bi lawirên pez di rêza yekê de, 2 milyon û 500 hezar lawir lê hene. Ji ber şer qedexekirina bi sedan zozan û çêrgeh, dîsa valakirina gund û gundikan, terkandina gundan, derbekî mezin li lawirvaniyê ketiye. Ji ber polîtîkayên AKP’ê yên li Bakurê Kurdistanê, dibe sedem ku lawirvanî zerer bibe. Yek ji sedemê herî sereke ku xwediyên lawiran dixisirin ew e ku, bihayê êm û qeselê di asta 200’î de zem ketina ser û kirîna lawirên zindî ye.

Li Wanê Îdrîs Aslan ê nêzî 30 sal in karê lawirvaniyê dike, anî ziman ku lawirên ji bo Cejna Qurbanê xwedî kirî ku bifiroşe di destê wî de maye. Aslan destnîşan kir ku bi rojan e li navenda bajar hewl dide ku lawiran bifiroşe, diyar kir ku gelek kes tên li pez dinêrin, lê nagirin. Aslan da xuyakirin ku welatiyan pere nîne ku bikare lawiran ji bo qûrbanê bigire û got: “Îsal rewş pir xirab e. Her roja diçe di warê aborî de paş dikevin. Bihayê pezekî di navbera hezar û 850’î lîreyî de ye. Bawer bikin hewl didin ku bi xisar bifiroşin, lê kes tine bikire. Her mihek mezaxtina wê li ser me li ser 2 hezar lîreyî re ye. Di vê rewşê de em ê çawa qezenc bikin. Bi taybet zam û krîza aborî pişta me şikand.”

Sadik Ceylan jî diyar kir ku ji ber krîza aborî nekarî ji bo cejnê qurbanekî bigire, bal kişand ku bi mehan e bêkare û got: “Me malbat tev dixwest îsal ji bo cejnê qurbanek bigirin, lê ji ber hêza me têrê nekir me nekarî bigirin. Li gorî xwediyên lawiran bihayê lawiran pir ketiye, lê ji ber pere tine, ji bo me pir biha ye.”