MEH: Divê tevgerên dij pergalî bi hev re li ber xwe bidin
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê (MEH) bal kişande ser giringiya berxwedana tevgerên ekolojî, jin û dij pergalê. Her wiha Kombûna Ekolojiyê ya HDP'ê slav kir.
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê (MEH) bal kişande ser giringiya berxwedana tevgerên ekolojî, jin û dij pergalê. Her wiha Kombûna Ekolojiyê ya HDP'ê slav kir.
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê (MEH) bi daxuyaniyeke niviskî diyar kir talana li ser sirûştê hatiye asteke pir zêde, polîtîkaya hişmendiya patrîyarkal a yekreng a li ser jinan, ajalan pir zêde bûye û ji ber vê aşkere ye ku tevgerên jin, ekolojî û hemû pergalên dij pergalê wê bi piştevaniyê hewl bidin ku heq ji vê pêvajoyê derkevin.
MEH'ê bal kişande ser êrîşên li ser Baxçeyên Hewselê, Çiyayê Qazê, Salda û êrîşên li ser sirûştê yên di serdema desthilata AKP-MHP'ê de zêde bûye û diyar kir tevgera ekolojiyê hatiye asta ku têkoşîna xwe bikin yek û bi maweya dirêj ew bawer dikin ku ev têkoşîn wê Modernîteya Demokratîk bike pergalî.
MEH'ê her wiha Kombûna Ekolojiyê ya HDP'ê jî bi bîr xist û got ji bo yekbûna têkoşînê wê bibe gavek û ji ber vê ew vê gavê hêja û bimane dibînin.