Bi xerîteyekê herêmên ku asta birçîbûnê lê hate nîşan dan

Bernameya Xorek a Cîhanê bi xerîteya înteraktîf amade kirî, herêmên ku herî zêde birçîbûn lê heye nîşan da, di serî de Sehel li gelek herêman ji nîvê zêdetir a nifûsa herêmê birçî ne.

Bernameya Xorek a Cîhanê (WFP) a girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) bi xerîtekeke nû ya xiste meryetê, xwestin ku pirsgirêka birçîbûnê ya li herêmên cihê yên cîhanê bidin nîşandan.

Ji bo amadekirina xerîteyê di serî de li Yemen, Sûriye, Kamerûn, Kûrkîna Faso û Nîjerya piştre jî li Malî, Kongo, Çad, Nîjerya, Mozambîk, Somalî û Iraqê dewam kir.

Li gorî rayedarên WFP’ê li gel daneyên aborî, rewşa şer a li welat gelek dane li malpera înternetê ya saziya ku xerîte parvekirî li xwe digire.

Li gorî xerîteya înteraktîf a ji aliyê WFP’ê ku navenda wê li paytexta Îtalya Romayê ye, li hinek herêmên cîhanê rêjeya nifûsa ku birçî ne jorî ji sedî 40’ê ne. Di nava van de welatên dikevin Rojava, Navîn û Rojhilatê Efrîqa a dikeve başûrê Çola Sahrayê piştre Efganistan, Pakistan tê. Li gorî WFP’ê temamiya Koreya Bakur sor hatiye nîşandan nago rêjeya birçîbûnê jorî ji sedî 40’î ye.

Herî kêm li 16 welatên cîhanê rêjeya kesên birçî jorî ji sedî 40’î ye.

Dîsa li Hindistan û gelek welatên Başûr û Başûrê Rojhilatê Asyayê ji sedî 20-30’ê nifûsa wê birçî ye.

Li Herêma Sahel a dikeve başûrê Çolistana Sahra rêjeya birçîbûnê jora ji sedî 40’î ye. Herêma herî lê birçîtî heye Bûrkîn Faso ye. Welatê ku nifûsa wê 19,8 milyon e, tê texmînkirin ku 11,9 milyon kes birçîn e.

Li gorî daneyên xwe dispêre xerîteya ku ji aliyê WFP’ê ve hatiye parvekirin, li gelemperiya cîhanê 990 milyon kes birçî ne.

Ji analîzên daneyan a WFP’ê Elîsa Omadeî ku li ser xebatan agahî da, bal kişand ser rewşa welatên Misilman. Omodeî ya ji AFP’ê re axivî diyar kir ku li van welatan di mehên Remezanê de tevî astekeî berbiçav jî lê piştî Remezanê û şûnde pirsgirêk hê zêdetir xwe didin der.

Tê texmînkirin ku xerîteya înteraktîf a ji aliyê WFP’ê ve hatiye amadekirin ji bo hê zêdetir û bi lez alîkariyên mirovî bên dayîn bi sûd be.