NY: Li Libnanê rîska bidestxistina xurekan heye

Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ji ber krîza ekonomîk û hilweşandina lengergeha Bêyrûdê heta dawiya salê wê li Lubnanê rîska bidestxistina xurekan hebe.

Serokê Komîsyona Ekonomîk û Karên Civakî ya Asyaya Rojava ya Neteweyên Yekbûyî Rola Dashtî bang li hikumeta Lubnanê kir ku bila pêşiya krîza bidestxistina xurekan bigire.

Dashtî bang li rayedaran kir ku bila beriya her tiştî depoyên genim ên di teqîna 4’ê Tebaxê de hilweşiyabûn, werin avakirin.

Saziya NY diyar kir ku nîvê nifûsê wê heta dawiya salê nikaribin pêdiviyên xwe yên xurekan bi dest bixin.

Li gorî NY enflasyona di sala 2019’an de ji zedî 2,9 bû, wê di sala 2020’an de ji sedî 50 derbas bike û bihayên xurekan jî li gorî Tîrmeha 2019’an wê ji sedî 141 zêde bibe.