Qadên nû yên madenê bûne cihê nerazîbûnan

Li Wan û Colemêrgê qadên nû yên madenê hatin ragihandin. Ev yek bû sedema nerazîbûnan.

Midûriyeta Giştî ya Karên Petrol û Madenê ya Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê ya Tirk, qadeên girîng ên Wan û Colemêrgê vediguherîne qada madenê. Komeleyên hawirdorê û nûnerên partiyên siyasî dibêjin, wê li ber vê yekê rabin.

Colemêrg ji ber xwezaya xwe ya paqij û bi hezaran cûre nebatên xwe, xwedî hingivê herî baş ê cîhanê ye. Hewl tê da yin ku ev xwezaya bêhampa di ber madenê re bê talankirin. Rejîma AKP'ê niha jî dest avêtiye Golên Cîlo Sat, Çiyayê Govendê Zozanê Nebirnav û newalên li gundên Korgan û Kotranîsê. Bi destê Midûriyeta Giştî ya Karên Petrol û Madenê ya Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê vê herêmê vediguherîne qada madenê.

Li van herêman, li hundirê şikeftan û li pêşiya şikeftan wêneyên ji serdemên destpêkê li ser tehtan hene. Her wiha li ser Cîlo, Satê golên qeşa û krater hene. Li quntarên Çiyayê Cîlo yên berê wan li Newala Zap a Mezin e, daristanên ji darên berû hene. Bi kanên madenê re wê bi hezaran dar bên girîn, av bê gemarîkirin, sewalkarî û çandinî bên tunekirin û mirov neçar bên hiştin ku koç bikin. Li van herêman herwiha pezkovî, mihî ya kovî, hirç, gur, werşeq, kurîbeşk, kûze, rovî, kîvroşk, kewê gozel, werdek, qaz, quling û sûsik hene.

LI WANÊ JÎ QADÊN NÛ YÊN MADENÊ

Mîna Colemêrgê li Wanê jî sê herêm weke qada madenê hatin ragihandin. Li navçeyên Miks, Şax û Tûşbayê qadên nû yên madenê hatin ragihandin. Bi taybetî qadên li Miks û Şaxê hatine ragihandin, bi daristanên xwe yên gur tên naskirin. Li van daristanan bi hezaran cûreyên nebat û sewalên endemîk hene. Her wiha kaniyên li van herêman ji bo dehan gundan dibe ava vexwarinê ne. Bax û baxçe pê tên avdan û sewalkarî li herêmê tê kirin.

'EGER EM BI RENGEKÎ RÊXISTINÎ TEVBIGERIN, EM Ê KARIBIN PÊŞÎ LÊ BIGIRIN'

Aktîvîstê xwezayê Fatîh Şahîn diyar kir ku eger gel û rêxistinên civakî yên sivîl bi hev re tevbigerin wê karibin pêşî li talankirina xwezayê bigirin. Şahîn anî ziman ku bi qada madenê re wê çavkaniyên xwezayî yên ser û binê erdê bên tunekirin û got, "Golên Cîlo-Sat, Çiyayê Govendê û herêmên din ji aliyê dîrokî ve gelekî girîng in. Ne ya qebûlkirinê ye ku ev cihên bedew ên dîrokî û xwezayî bibin qadên madenê. Me beriya niha dîtin ku li hin herêm çawa hatin talankirin. Divê gelê me di vê mijarê de hişyar be. Eger gelê me rêxistinbûyî be em ê pêşî li avakirina kanên nû yên madenê bigirin. Eger em bi rêxistinî tevnegerin, ji ber madenan wê zozanên me, qadê me yên çandiniyê û sewalkarî tune bibin."

'NABE KU VÊ DERÊ BIKIN QADA MADENÊ'

Serokê Komeleya Hawirdorê ya Wanê (ÇEV-DER) Alî Kalçik bi bîr xist ku herêmên Miks, Şax û Tûşba bi daristanên xwe, bi kaniyên xwe yên ava paqij û cûreyên dewlemend ên nebatan tên naskirin. Kalçik got, "Li vê derê wê xweza bê talankirin. Bi zanebûn vê hovîtiyê dikin. Li deverên ku ji nebatên endemîk pêk tê, nabe ku qada madenê bê çêkirin. Dema ku kana madenê dest pê kir hingî li ser û binê erdê çi hebin wê tune bibin. Ne tenê şêniyên herêmê, divê her kes li ber vê hovîtiyê rabe. Çawa ku beriya niha ava me talan kirin niha jî hewl didin çiyayên me talan bikin."

'RÊYÊN LI VIR JÎ CIHÊ NERAZÎBÛNAN E'

Serokê HDP'ê yê Navçeya Geverê Abdûlkerîm Akdogan destnîşan kir ku bi navê HDP'ê ji bo kanên madenê neyên çêkirin çi ji destê wan bê wê bikin. Akdogan diyar kir ku wê bi rûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên li Geverê re hevdîtinan bikin û di vê der barê de bernameyekê deynin pêşiya xwe. Akdogan got, "Ev herêm navenda zozanvaniyê ne. Bi hezaran kes debara xwe ji van deveran dikin. Madenên li van dera bên çêkirin wê bibe sedema nerazîbûneke mezin a gel. Ji ber rêyên ku li herêmên Golên Cîlo-Sat û herêmên din hatine çêkirin, her der bûye toz. Ji ber vê yekê ji niha ve xisareke mezin li xwezayê bûye. Gelê me ji rêyên li vir tên çêkirin jî nerazî ye. Wê teqez li ber kanên madenê rabin."