Li Licê 600 donim bû xwelî: Îtfayeyê mudaxele nekir

Li Licê ji ber şewata li bejahiya 5 taxan qadeke 600 hektar bû xwelî. Hate ragihandin ku tîmên agirvemirînê mudaxele nekir, şewat ji aliyê gel ve hate vemirandin.

Duh serê sibê li gundên Dêrxûst, Sîsê, Cinezûr, Cimar û Henyatê yên girêdayî navçeya Licê ya Amedê li qada daristanê şewat derketibû. Bi bayê re şewat li qadek berfireh belav bû. Sedemê derketina şewatê hê jî nayê zanîn. Her çiqas welatiyan agahî da komên agirkujiyê jî lê agirkuj bi hêceta li qada çiyayî ye nikarin mudaxile bikin. Lê piştî nîvro ku şewat her berbelav bû du maşîneyên agirkujiyê sewqî cihê şewatê hatin kirin. Lê ev agirkuj tenê li nêzî gundan sekinîne.

NE TÎMÊN AGIRKUJIYÊ, GEL AGIR VEMIRANDIN

Hat zanîn ku komên agirkujiyê ji ber tesîra bayê mudaxile şewatê nekirine û welatiyan bi kêmderfetiyên xwe şewatê vemirandine.

Li van 5 gundan bi qasî qadek 600 donimî şewitî. Gundiyan ragihand ku wan bi hewldanên xwe şewatê kontrol kirin e. Li herêmê hê îj li hin cihan dûman bilind dibe.