'Em nikarin bihêlin ku mirov li ber çavê me bimirin'

SOS Medîterrrane dixwaze keştiya Ocean Viking û muratebatê wê werin berdan û got, ''Em nikarin bihêlin ku di sedsala 21'ê de mirov li ber çavên me bixeniqin.''

Ocean Viking, keştiya alîkariya miorvî li herêma Sicilya ya Italyayê ev mehek e ji hêla rayedaran ve tê girtin.

Rayedara SOS Medîterraneyê Sophîe Beau ji franceînfoyê re axivî û got, ''Di sedsala 21'ê de em nikarin bihêlin ku mirov li ber çavê me bixeniqin û bimirin. Ji ber vê jî ev keştî divê dîsa bixebite.''

Ocean Viking ji 22'yê Tîrmehê ve nikare li DeryayaSpî seferê bike.

Beau got divê rêxistinên şebeke divê werin feşkilandin û got, ''Lê ew mirovên li ber deriyê Ewropayê û yên li ber çavê mirov, divê em destê alîkariyê bidin wan.''

Beau got keştî ji bo ku bikaribe jiyana mirovan xilas bike divê were berdan û diyar kir li Deryayaspî rewşa mirovî pir kambax e.