Li giravên Feroeyê bi sedan masiyên Ûnis hatin kuştin

Li avên girava Feroeyê a li Atlantîka Bakur bi çarçoweya rêz û rêçikekê bi sedan masiyên ûnis hatin kuştin.

Heftiya bihurî ava giravên Feroeyê bi xwînê sor bû. 16'ê Tîrmehê li nêzî gundê Hvalba ya ku 700 kes lê dijîn 250 masiyên ûnis û 35 masiyên ûnis ên bi aliyekî xwe spî hatin kuştin. Rêxistina hawîrdorparêz Sea Shepherd ev agahî di ser medyaya civakî re par ve kir.

Bi çarçoweya rêz û rêçikeke berê ya havê ku jê re 'Grînd' an jî 'Grîndadrap' tê gotin gelek keştî ûnisan li kendavikekê asê dikin. Ûnis ên ku ne xwedî wê derfetê ne ku birevin, bi derbên kêrên masîkujan bi hovîtî têne kuştin.

Sea Shepherd got, ''Her sal bi vê kirina bi barbarî li giraven Feroeyê 1500 ûnis têne kuştin.''

Kaptan Paul Watson, ku bûye sembola tevgera hawîrdorparêz bang kir ku berhemên ji bgirava Feroeyê tên, ku ev girav wilayetek xweser e û bi ser Kraltiya Danîmarkayê ve ye, werin boykotkirin û her wiha xwest ku tûrîzm jî were boykotkirin.