Wê Swîsre li dijî nijadperestî û guherîna avhewayê dakeve qadan

12 sazî û 5 partiyên ji Kurdistan û Tirkiyeyê wê di 5’ê Îlonê de li kantona Luzernê were ba hev û li dijî pêla nijadperestiyê ya li Ewropayê zêde dibe û li dijî xisarên pergala ekolojîk çalakiyekê li dar bixin.

Adrîan Mûheîm ê ji ser navê organîzasyona Resolûtê got ku, “Di 5’ê Îlonê de ez ê dakevim qadê, ji ber ku ku pêdiviya civaka me bi destpêkeke nû heye.” Mûheîm diyar kir ku wê bi mîtîngê re girîngiya hevgirtina civakî jî nîşan bide.

Wê ev çalakî di 5’ê Îlonê de saet di 15.00’an de li Bahnofplatza Lûcerneyê were destpêkirin û piştre jî li bajarê nû û kevn meş were lidarxistin.

Federasyona Sendîkaya Lûcerneyê, Jûso, SPO, Partiya Keskan, RESolût, Komeleya Çanda Kurdan, Lûcerne în Transîtîo, Psychologîsts for Fûtûre, Solînetz, Greva Jinan û Greva Avhewayê piştgiriyê didin vê xwepêşandanê.