CO2 herî pir ji ber karê mirovî zêde dibe

Hate diyarkirin li atmosferê CO2 bi qasî ku ji ber karê mirovî zêde dibe li nav sirûştê ji ber sedemên sirûştî ev qasî zêde nabe.

Li gorî lêkolîneke navnetewî ya ku ji hêla Zanîngeha Bernê ve hatiye kirin, li atmosferê zêdebûna CO2'yê ya ji ber karê mirovî, ji ya ku dema germbûnên global hatiye jiyîn 6 caran lê zêdetir e û deh caran lê hê bileztir e.

Lêkolan bi çarçoweya xebata zanistî ya ku di kovara Scienceyê de weşiyaye li ser mînakên qeşayê yên ku ji Antartîkayê hatine pîvanên nû kirin.

Bi vê, pevgihîna atmosferê ya di navbeyna qeşayê û rûdanÊn qeşayên de yên ku di vî 800 salî de li pey hev hatine, hatine çêkirin.

Zanyarên Bernî 2008'an jî danîbûn holê ku di serdemên beriya niha de tîrbûna CO2'yê bi rengekî zelal ji ya niha kêmtir bûye.

Di lêkolîna nû de tê destnîşankirin ev bilez zêdebûna gaza serayê yek ji xisletê karakterîstik ên pergala avûhewayê ya berdest e.

Zêdebûn datîne holê ku her demê helandina qeşayên Groenlandê an jî Antartîkayê herka li okyanosê bi rengekî berbiçav asteng dike. Lê tê gotin zêdebûna berdest ji serdemên berê bihurî ye.

Yek ji nivîskarê lêkolînê Nehrbass-Ahles got, ''Ev zêdebûna sirûştî ya CO2yê li atmosferê, di van 10 salên dawî ji zêdebûna ji ber sedema mirovî 10 caran lê girantir pêk dihat.'' Her wiha lêkolan tespît kirin mîqdara zêdebûnê ya di roja berdest de li gorî serdemên berê 6 caran lê zêdetir e.