ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
'Em bi ruhê berxwedana zindana Amedê tevdigerin'
Mistefa Mihemmed Eloş ku 3 zarokên wî di nava refên Tevgera Azadiyê de şehîd bûn, diyar kir ku gelê Kurd wê serî li ber hêzên navneteweyî netewîne û got, "Ev ruhê me yê berxwedanê ji zindana Amedê tê." -
Artêşa Tirk gundê Birc El Qas ê Şêrewa bombe dike
Artêşa Tirk û çeteyên wê bombe li gundê Birc El Qas ê girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê barand. -
Efrîn û Şehba: Heta Rêberê me û Efrîn azad bibe wê têkoşîn bidome!
welatiyên Efrîn û Şehba yên ku 15’ê Sibatê Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin, piştgirî dan berxwedêra greva birçîbûnê ya Hevseroka KCE’ê Leyla Guven a ev 98’ roj in di grevê de ye. -
Şervanên QSD’ê li Boxaza Jorîn dest danîn ser depoyeke çekan a DAÎŞ'ê
Şervanên QSD’ê li gundê Boxaza Jorîn dest danîn ser dopeyeke çek û cebilxaneyê ya çeteyên DAÎŞ’ê. -
Şehîdên Bagera Cizîrê bi merasîmên cuda hatin veşartin
Cenazeyê şehîdê YPG’ê û QSD’ dîsa Hêzên Parastina Civakî yên di Qonxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de şehîd bûbûn, bi merasîmê ncuda li Hesekê û Qamişlo hatin veşartin. -
Nasnameya 10 şehîdên ‘Bagera Cizîrê’ hate eşkerekirin
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 10 şehîdên ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ ya Şerê Tinekirina Terorê eşkere kir. -
Rizgarkirina jinên Êzidî!. -ÇAVDÊRÎ
Dema ku çavên wan bi şervanên QSD’ê û YPJ’ê ket, wê kêliyê min di çavê wan de wisa hîs kir ku ji kêfxweşiyan kêm mabû ku baskên wan çêbin û weke çûkan bifirin; ber bi cih û warê Derwêş û Edûlê biçin. -
Komploya 15'ê Sibatê li Şehbayê hate şermezarkirin
Malbatên Şehîdan yên herêma Efrînê û Şehbayê li gundê Til Qerehê Komploya Navnetewî ya 15'ê Sibatê şermezar kirin û xwedî li çalakiya Leyla Guven derketin. -
Pêşveçûna şervanên QSD’ê didome: Dor li çeteyan hate girtin
Şervanên QSD’ê di ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ de dor li çeteyên DAÎŞ’ê teng kirin û pêşveçûna şervanan didome. Li Dêra Zorê herêmekî 1 km² di destê çeteyan de maye. -
Li Raiyê teqîn: Kuştî û birîndar hene
Li bajarokê Raî yê Babê ku dibin dagirkeriya dewleta Tirk de ye teqînek çêbû. Hate diyar kirin ku di teqînê de kuştî û birîndar hene. -
Dor li DAÎŞ’ê teng dibe
Herêma ku 1 km² di destê DAÎŞ’ê de ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate dorpêc kirin. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Dilo Hesekê hate veşartin
Welatiyên Amûdê cenazeyê şervanê YPG’ê Dilo Hesekê (Dilbirîn Salman) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Îsmaîl veşartin. -
Hêzên Rizgariya Efrînê li Ezazê li dagirkeran xist
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku li Ezazê li dijî dewriyeyeke çeteyan çalakî li dar xistine. Hate ragihandin ku di çalakiyê de wesayîta çeteyan hate rûxandin û 3 çete bi giranî birîndar bûne. -
Tecrîd û komploya navneteweyî li Qamişlo hate protestokirin
Li Qamişloyê bi hezaran endamên Hêzên Parastina Civakî-JIN (HPC-Jin) ji bo protestokirina komploya navneteweyî û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
Li Girê Spî cenazeyê du şehîdan hate veşartin
Welatiyên Girê Spî cenazeyê şervanên Hêzên Xweparastinê Mahîr El-Îdbîs (Kendal Zeydî) û Elî El-Celîd bi merasîmekê li Goristana Şehîd Mehmûd Tumê veşartin. -
Li Baxozê malbatên DAÎŞ’ê jî nav de hezar sivîlan xwe spartin QSD'ê
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Baxozê di operasyona dawî ya qedandina DAÎŞ'ê de nêzî hezar sivîl rizgar kirin ku di nava wan de malbatên DAÎŞ’ê jî hene. -
Cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Mezlûm hate veşartin
Welatiyên Kobanê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Hisên Şêxo (Bavê Mezlûm) bi merasîmekeê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin. -
YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya şervanekî xwe ku Adara 2018’an li Efrînê şehîd bûbû eşkere kir. -
QSD'ê li Baxozê 200 sivîlên din rizgar kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk, di operasyona dawî ya qedandina DAÎŞ'ê de li Baxozê 200 sivîlên din rizgar kirin. -
Şer li Baxozê giran e: QSD bi 2 km² bi pêş ve çû
Şervanên QSD'ê di çarçoveya operasyona dawî ya dijî çeteyên DAÎŞ'ê de li herêma Baxozê bi 2 kîlometre çargoşe bi pêş ve çûn. -
Operasyona dawî ya li dijî DAÎŞ’ê dest pê kir
Li herêma Baxozê operasyona dawî ya şervanên QSD’ê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê dest pê kir. -
Cenazeyê şervana YPJ’ê Azadî li Qamişlo hate veşartin
Welatiyên Qamişloyê cenazeyê şervana YPJ’ê Hêvîdar Azadî (Yardahan Mustafa) ku di ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Tiwêriş hate veşartin
Welatiyên Tebqa, Cerniyê û Mensûra bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed Tiwêriş (Hemkê) li goristana şehîdan a Tebqayê veşartin. -
Nasnameya şervaneke YPJ’ê hate eşkerekirin
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ragihand ku şervana YPJ’ê Hêvîdar Azadî 7’ê Sibatê li Dêra Zorê şehîd bûye. -
Efrin: QSD wê dawiya DAÎŞ'ê bîne
Fermandarê QSD'Ê Ednan Efrîn anî ziman ku nîvê zêdetir ê Boxazê hatiye rizgarkirin û deverekî bi qasî 2 kêlometreyan di destê çeteyan de maye. Efrîn got: "QSD wê DAÎŞ'ê bi dawî bike."