Hevserokê Bajarê Wanê yê DBP'ê parêzer Cemal Demîr biryara PKK'ê ya ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî, encamên polîtîk ên vê gavê li Tirkiyeyê û avakirina zemîna hiqûqî ya pêvajoyê ji ANF'ê re nirxand.
Cemal Demîr anî ziman ku pirsgirêka Kurd ji aliyê dîrokî ve xwedî rabirdûyeke ji du sed salî ye û got, "Têkoşîna çekdarî ya ku bi pêşengiya PKK'ê di nava pêncî salên dawî de hate meşandin, bi banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Birêz Abdullah Ocalan a 27'ê Sibata 2025'an re derbasî qonaxeke nû bû. Vê bangê ne tenê demeke bêdengkirina çekan da destpêkirin, di heman demê de di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de rêyeke nû danî pêşiya zemîna siyasî, amûrên demokratîk û rêbazên nû.
Biryara PKK'ê ya fesixkirinê, bidawîkirina serdema têkoşîna çekdarî û fesixkirina avaniya xwe ya saziyî ya leşkerî gaveke dîrokî û girîng e. Ev bûyer hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê hiqûqî ve gelekî girîng e. Piştî vê qonaxê, zemîna siyasî û hiqûqî ya pêşî li siyaseta demokratîk veke di asteke girîng de hatiye afirandin.
Lê belê ji bo ev pêvajo bi rengekî erênî bimeşe, divê şert û mercên danûstandinê û têkiliya bi Birêz Ocalan re tavilê bê başkirin ku yek ji aktorên sereke yê çareseriyê ye. Êdî divê di nava şert û mercên azad de bixebite, ev yek ji aliyê hiqûqî û siyasî ve gaveke nebe nabe.
Di çareseriya pirsgirêka Kurd de berpirsyariya herî mezin a desthilatdariya siyasî û dewletê ye. Astengiya herî mezin a ku pêvajoya çareseriyê dixetimîne ew e ku dewlet hîn jî di çarçoveya 'pirsgirêka ewlekariyê' de li meseleyê dinihêre. Di demekê de ku gavên aştiyane têne avêtin, operasyonên ku di heman demê de têne meşandin zerareke mezin dide samîmiyeta dewletê, baweriya civakî. Meşandina şer û danûstandinan di heman demê de, li nava gel baweriyê ji holê radike.
Lewma şert e ku dewlet bi hemû saziyên xwe bi rengekî eşkere, hevgirtî û çêker tevlî pêvajoyê bibe. Aştî ne tenê bi gotinê, di heman demê de divê veguhere polîtîkayê."
'MECLÎS DIVÊ ADRESA ÇARESERIYÊ BE'
Demîr diyar kir ku cihê çareseriya dîrokî lê bê nîqaşkirin û biryar li ser bê dayin meclîs e û nirxandina xwe bi vî rengî dewam kir:
"Guhertina destûra bingehîn êdî şert e ku xwe bispêre hevpeymaneke nû ya civakî, jiyaneke bi hev re, azad û wekhev a gelan misoger bike. Lê belê beriya ku ev gav bê avêtin, pêwîstî bi sererastkirinên qanûnî heye ku baweriya civakî xurt bike. Bi taybetî di qanûna înfaza ceza de mecbûrî ye ku sererastkirinên ji bo girtiyên nexweş bêne kirin.
Li gel vê yekê guhertinên di Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê û Qanûna Ceza ya Tirk de bêne kirin, ji bo xurtkirina siyaseta demokratîk pêwîstî ye."
Cemal Demîr diyar kir ku bicihneanîna biryara 'mafê hêviyê' hîn jî zerareke cidî dide pîvana dewleta hiqûqê û got, "Li gel hişyarên Konseya Ewropayê ku têne dubarekirin, bicihneanîna vê biryarê, li berpirsyariyên navneteweyî yên Tirkiyeyê nayê."
Cemal Demîr herî dawî şerê navbera Îran û Îsraîlê nirxand û anî ziman ku ev şer bi kêrî gelan nayê; ji bo astengkirina şer û krîzên li Rojhilata Navîn divê modela rêveberiyê ya Rojava mînak bê wergirtin.
Cemal Demîr got, "Modela rêveberiyê ya ku li Rojava kete meriyetê, di vê pêvajoya kaotîk de hêviya çareseriyê ye. Divê şerê navbera Îsraîl û Îranê di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Tirkiye bi demokratîkbûnê, bi sererastkirinên hiqûqî û çareserkirina pirsgirêka Kurd dikare li derveyî vê pêlê bimîne. Perspektîfa çareseriya demokratîk a ku Birêz Abdullah Ocalan pêşkêş kir, ne tenê ji bo gelê Kurd di heman demê de ji bo gelên Tirkiyeyê hemûyan mifteya jiyana bi hev re ya aştiyane ye. Jinedîtîhatina vê bangê wê çareseriyê dereng bixîne, wê birînên civakî kûr bike.
Îro gihîştiye asteke dîrokî ya biryardanê. Ya wê gav bêne avêtin û aştî bê mayindekirin, ya jî wê krîza heyî kûr bibe. Biryar di destê desthilatdarî, meclîs û gel de ye."