Cenazeyê şervanê YPG’ê Dilo Hesekê hate veşartin

Welatiyên Amûdê cenazeyê şervanê YPG’ê Dilo Hesekê (Dilbirîn Salman) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Îsmaîl veşartin.

Bi sedan welatiyên Amûdê cenazeyê şervanê YPG’ê Dilo Hesekê (Dilbirîn Salman) ku di ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ de şehîd bûbû ji navenda Heyva Sor wergirtin û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîd Îsmaîl ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Bavê Alan axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku wê heta dawiyê rêya şehîdan bişopînin.

Piştre ji fermandarên YPG’ê Aigrî Jînda axivî û got; “Hevalê me şehîd Dilo, bi coşeke mezin tevlî şoreşê bû û li hember hemû cûreyên êrîşan yên li ser şoreşa gel li ber xwe da û herî dawî jî şehîd bû. Em rêhevalên wî, soza domandina xeyalên wî didin û ji malbata xwe ya hêja re sersaxiyê dixwazin."

Piştî axaftinan nasnameya şehadetê hate xwendin û radesti malbata şehîd hate kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê şervanê YPG’ê Dilo Hesekê li goristanê veşartin.