Gerîlaya YJA Starê Tîjda Zagros li Munihê hat bibîranîn

Şoreşa enternasyonalîst Tîjda Zagros a 29'ê Nîsana 2025'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê ya Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, di encama bombardûmana SÎHA ya dewleta Tirk de şehîd bûbû, li Munihê hat bibîranîn.

Şervana YJA Starê Tîjda Zagros (Kelly Freygang) 29'ê Nîsana 2025'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê ya Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, di encama bombardûmana SÎHA ya dewleta Tirk de şehîd bûbû, li bajarê Munih a Elmanyayê hat bibîranîn. Bîranîn ji aliyê hevalên wê li Linkes Zentrumê hat lidarxsitin. Kurdistanî,  nêzî 60 kesên ku aktivîstên Elman, enternasyonalîstên Filîstînî û Tamîl tevlî bîranînê bûn.

Bîranîn bi pêşandana dîmenê ku têde Tîjda Zagros bersiv dide pirsa “Ez çima tevlî şoreşa Kurdistanê bûm” dest pê kir. Hevalê Tîjda Zagors, Tîm ku bi salan in wê nas dike bi van gotinan ruhê wê ya têkoşînê vegot: “Tîjda ne tenê ji şoreşê re, bi baweriya dawî ya ji bo azadiya Serok Apo dest bi vê rêyê kir û di oxira vê armanca pîroz de bû nemir.”

Di çalakiyê de daxuyaniya HPG’ê ya der barê şehadeta Tîjda Zagros de hate xwendin. Di daxuyaniya HPG'ê de wiha hate gotin: “Bi danheviya xwe ya îdeolojîk, şarezabûna leşkerî, hevrêtiya kûr û biryardariya xwe ya ji bo lêdana derbê ya li dijmin, bi kesayetiya xwe ya bi coş navê xwe li dîroka têkoşîna azadiyê ya gelan nivîsî. Şopdara enternesyonalîstên şehîd ên wekî Ronahî, Nûdem û Şiyar e.

Tîjda Zagros ku li bajarê Hamburgê ji dayik bû, dema perwerdeya hiqûqê digirt tevgera azadiyê nas dike. Ji paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya tevgerê bandor dibe û di sala 2017’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Bi taybet pir ji berxwedana Kobanê û pêşengiya jinê bandor dibe. Piştî perwerdeya li Herêmên Parastinê yên Medyayê di sala 2021’an de tevlî Hêzên Taybet dibe û li Zapê erk girt.”

Di çalakiyê de sînevîzyona li ser jiyana Tîjda Zagros hate pêşandan. Beşdaran diyarkirin ku ew ê di têkoşîna ji bo cîhana adil, wehkev û sosyalîst de mîrateya şehîdan bidij jiyîn.