Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê der barê gerîlaya YJA Starê Kelly Freygan a ji Hamburgê ku 29'ê Nîsana 2025'an di encama bombardûmana SÎHA ya dewleta Tirk de şehîd bû, got ku ji derveyî agahiyên di çapemeniyê de di destê me de ti agahî tineye. Ev daxuyanî di çarçoveya bersiva fermî ya ji bo pêşniyaznameya berdevka polîtîkayên derve ya Partiya Çep Cansu Ozdemîr de hat dayîn
Li gorî agahiyên Hikûmeta Federal a Elmanyayê parve kir, “Ji derveyî agahiyên di çapemeniyê de di destê de me ti agahî tineye.”
Parlamentera Hamburgê Cansu Ozdemîr beriya heftiyekê ev pirs ji hikûmetê pirsîbû:
“Kelly Freygang a 31 salî û li Hamburgê jidayikbûye, di 29'ê Nîsana 2025'an de di encama bombardûmana SÎHA ya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da. Di demen bihurî de weke tê zanîn teknolojiyên çekan ên Elmanyayê jî parçeyên van teknolojiyan di SÎHA’yên cureya Bayraktar de hatine bikaranîn. Di nûçeyeke ku di 3’ê Hezîranê de ji aliyê Civaka Azad ve hate weşandin de jî hate diyarkirin ku Kelly Freygang ji aliyê SÎHA ya bi vî rengî ve hatiye armanckirin. Gelo hikûmeta Elman dikare bi teqez di kuştina Kelly Freygang de çekên Elman ti roleke wan tinebûye?”
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê de ev tişt hatin gotin: “Hikûmeta federal di der barê doza Kelly Freygang de ji bilî nûçeyên ku di çapemeniyê de cih digirin, ne xwediyê ti agahiyan e.”
Cansu Ozdemîr der barê mijarê de ji ANF’ê re axivî û wiha got: “Em ê mijarê bişopînin. Hikûmeta federal li dewsa ku êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî qanûnên navneteweyî şermezar bike û lêkolîn bike ku gelo di kuştina Kelly Freygangê de rola çekên ji Elmanyayê hate girtin heye yan ne, dîsan bêdengiya xwe diparêzin. Di sala 2023’an de Elmanyayê bi nirxê 346,8 mîlyon ewro çek îxracî Tirkiyeyê kiriye. Di nava van de jî parçeyên ji bo SÎHA’yên bi cureya Bayraktar tên bikaranîn. Pergala çekan a ku ji kuştina Kelly Freygang berpirsiyar e jî ev e.”