BI DÎMEN

Du birayên şehîd Rênas û Çiya li Lahrê hatin bibîranîn

Birayên hev şehîd Rênas û Çiya li bajarê Lahr ê Elmanyayê hatin bibîranîn. Kemal Aktaş di bîranînê de axivî û wiha got, “Şehîd jiyanekî bi rûmet diyarî gelê Kurd kirin; divê her kes helwestekî li gorî vê rûmetê raber bike.”

Li bajarê Lahr ê Elmanyayê ji bo birayên hev Şukru Nas (Rênas) û Hiznî Nas (Çiya) ku di dîrokên cuda de şehîd bûn, çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Axaftina vekirinê ji aliyê Salih Hezex ve hate kirin. Piştre li ser navê malbatê Mehmet Nas mafê axaftinê girt û soza dilsoziya bi Rêbertî re dubare kir.

Li ser navê Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Loqman Cizîr axivî û diyar kir ku pêvajoya ku li ser banga Rêber Apo re destpê kir, berpirsiyariya herî mezin dide malbatên şehîdan. Cizîr destnîşan kir ku xwedîderketina li şehîdan bi tevlîbûna rast a ji bo pêvajoyê pêkan e.

Piştre siyasetmedar Kemal Aktaş axivî û pêvajoya siyasî ya heyî nirxand. Aktaş destnîşan kir ku meha Hezîranê di dîroka têkoşîna Kurd de xwedî cihekî taybet e û birayên hev Rênas û Çiya û pêşenga xeta fedayîtiyê Şehîd Zîlan bi rêzdarî bi bîr anî.

Aktaş wiha got: “Li hemberî birayên ku jiyanekî bi rûmet diyarî gelê Kurd kirin, divê her kes helwestekî li gorî vê rûmetê raber bike.”

Aktaş diyar kir ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk ku Rêber Apo di 27’ê Sibatê de kir, li Kurdistan, Rojhilata navîn û seranserê cîhanê deng vedaye û bilêv kir ku li hemberî şerê ku tê xwestin bê kûrkirin, banga Rêber Apo ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bi taybet ji bo gelê Kurd hilm e.

Aktaş di axaftina xwe de destnîşan kir ku gelê Kurd wê tu car bêyî xweparastin neyê hiştin.

Aktaş bang li hemû gelê welatparêz ê Kurd û bi taybet malbatên şehîdan kir ku erk û berpirsyariyên demê bi cih bînin.

Piştî bersivdana pirsên beşdaran, çalakî bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin!” û “Bijî Serok Apo!” bi dawî bû.