Dewleta Îranê bi hinceta ku tevlî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûne, cezayê darvekirinê da du ciwanên Belûc. Hate ragihandin ku zarokek ku di heman protestoyan de hate gitin, ji girtîgehê birine cihekî nediyar.
Li gorî agahiyên Kampanyaya Çalakvanên BelûC, Dadgeha Şoreşê ya li bajarê Zahîdanê cezayê darvekirinê daye du welatiyên bi navê Mihemed Derwîş Naroyî û Yasîn Kabdanî.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Binyamîn Kohkan ê ji bajarê Zahîdanê ku di dema serhildanê de hatibû girtin, piştî rûniştina dadgehê ji girtîgehê birine cihekî nediyar û ji wê rojê vê agahî jê nayê girtin.