ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şehîdê QSD’ê Lewend hate veşartin
Li Tir Hemîsê bi merasîmekê şehîdê QSD’ê Hesen Sifûk (Lewend) li Goristana Şehîdan a Til Hemîs hate veşartin û şehîdê QSD’ê Mahîr El Selûm (Elî Silêman) jî hate bibîranîn. -
Hêzên Rizgariya Efrînê li Mare çalakî li dar xistin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku hêzên wan 20’ê Çileyê li Mareyê li dijî wesayîta çeteyan çalakî kirine. -
Li Şeddadê teqîn pêk hat
Danê vê sibê wesayîteke bombebarkirî li ber benda kontrolê ya Hêzên Ewlehiya Hundrîn a herêma Şedadê hate teqandin. Li gorî agahiyên destpêkê 2 endamên Ewlehiya Hundirîn û leşkerekî Emerîkî birîndar bûne. -
Bi hezaran kesên din ji çeteyên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di çarçoveya pêngava dawî ya dijî çeteyên DAÎŞ'ê de, bi hezaran kesên din ji çeteyan rizgar kirin. -
Îsraîlê êrîş bir ser hêzên Îranê yên li Şamê
Medya xwecihî ya Sûriyeyê ragihand, li nêzî paytexta Sûriye Şamê dengê teqîneke mezin hatiye. Tê gotin, sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê bersiv daye êrîşa Îsraîlê. -
Li Hesekê, Amûdê û Dirbêsiyê dewleta Tirk hate protestokirin
Li bajarê Hesekê, Amûdê û Dirbêsiyê yên Bakurê Sûriyeyê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a 20’ê Çile ya 2018’an de bi çalakiyan hate protestokirin. -
Qîrîna Efrînê li Kobanê deng vedide
Li Kobanê dagirkeriya li Efrînê hate şermezarkirin. -
MLKP/Rojava: Em ê Efrînê rizgar bikin!
MLKP/Rojava got; “Efrîn a ku xaka welatê me bi xwîna şehîdan hatiye avdan em ê wê rizgar bikin.” -
Gelê Efrînê li Şehbayê li dijî dagirkeriyê meşiya
Bi hezaran welatiyên Efrîn û Şehbayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê daketin qadan. -
Li Qamişloyê dagirkerî hate protestokirin
Yekemîn salvegera êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê li bajarê Qamişlo bi mîtîngekê hate şermezarkirin. -
Gelên Serêkaniyê ji bo Efrînê meşiyan
Gelê Serêkaniyê û Zîrganê dagirkeriya dewleta Tirk protesto kirin û peyama ‘Ew ê Efrînê rizgar bikin’ dan. -
YPG: Em ê li bara dagirbûna Efrînê bêdeng nemînin!
YPG'ê bal kişande ser dagirkeriya Tirk a li Efrînê û got, ''Em ê bêdeng nemînin û têkoşîna berxwedanê bi her rengî bikin.'' -
Li Şehbayê bi hezaran kes ji bo Efrînê meşiyan
Bi hezaran kes li Şehbayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê daketin qadan. -
'Bi zarokan jî mabe wê Efrîn rizgar bibe'
Zarokên Efrînê yên li Kampa Serdemê ya Şehbayê daxuyaniyek dan û got, "Em ê Efrînê ji destê hovan derxînin. Eger bi zarokan jî mabe wê em ê bi pey maf û welatê xwe bin." -
Cenazeyê 3 şervanên QSD‘ê bi merasîmekê spartin axê
Cenazeyê 3 şervanên QSD’ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê ya li bejahiya Dêra Zorê dom dike de şehdî bibûn, bi merasîmekê li Goristan Şehîd Xidir El Hemada spartin axê. -
Şehîd Ewlekariya Hundirîn Xilêf hate veşartin
Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Eşref Xilêf ê dema bi erka xwe radibû şehîd bibû, li Goristana Şehîdan a Şedadê hate veşartin. -
Li Gundê Meryemîn a Şerayê teqînek pêk hat
Li gundê Meryemîn a navçeya Şera li nêzî navenda koma Lîwa Feylaq El Rehman teqînek pêk hat. -
Ciwanên Şoreşger: Bi giyanê seferberiyê em dakevin qadan
Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê di salvegera dagirkirina Efrînê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku em bi giyanê seferberiyê dakevin kolanan. -
Kongra Star: Li Efrînê komploya navneteweyî xwe dubare kir
Kongreya Star a herêma Efrînê li navenda xwe ya li navçeya Ehrezê daxuyaniyek da çapemeniyê. -
MÎT’ê ji bo ‘herêma tampon’ li kampan dest bi lîstikên nufûsê kir
Îdareya Koçê ya Tirkiyeyê bi MÎT’ê re dest bi xebatekê kir û kesên ji Sûriyeyê yên ku li kampên Tirkiyeyê dimînin navnîşana wan a îkametkirinê li bajaran hate qeydkirin ên ku ew ê di çarçoveya herêma ewle de bin a ku tê payîn were avakirin. -
Li navenda bajarê Efrînê teqîn
Li navenda bajarê Efrînê teqînek pêk hat. Tê diyar kirin ku kuştî û birîndar hene. -
Bedran Çiya Kurd: Em hêza parastina neteweyî ya tevahiya Sûriyeyê ne
Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rohjilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd got; “Armanca hevdîtinên wan ên sereke rizgarkirina herêmên dibin dagirkeriya Tirk de ye.” -
Efrîn a beriya dagirkeriya Tirk
Efrîn ji 18'ê Adarê û vir ve serdema xwe ya herî tarî ya dîrokê dijî. Beriya dagirkeriya Tirk herêmeke ewle ya Kurd bû ku cihê xwe ji hemû mexdûran re vedikir. Her wiha ji bo modêlê jî qada jiyanê bû. -
Şervana YPJ’ê: Hunermendiya herê mezin rast jiyîn e
Şervana YPJ’ê Rêwan Gelhat ya ku di sala 2015’an de beşdarê YPJ'ê bûye û bi xwe bi hunera wênesaziyê re mijûl dibe got; “Jiyan bi xwe hunereke gelek mezin û giranbiha ye. Ya girîng ew e ku mirov rast bixwîne û rastiyan bixemilîne." -
4 welatan DAÎŞ'iyên di dest YPG'ê de xwestin
Hate diyarkirin di operasyonên ser çeteyên DAÎŞ'ê de yên ji Endonezya, Rûsya, Fas û Sûdanê, ku YPG'ê ew sax gritine, ji hêla welatan ve bi fermî ji rêveberiya Rojava hatine xwestin.