ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Êşkencekarê DAÎŞ'ê yê ku Elmanya lê digeriya, YPG'ê girt
Dema operasyona paqijkirina Dêrazorê ya ji çeteyên DAÎŞ'ê hêzên YPG'ê êşkencekar û îstîxbaratkarê DAÎŞ'ê yê bi navê Martîn Lemke girt. -
Şehîdên YPG û QSD’ê bi merasîmekê spartin axê
Bi merasîmekê cenazeyê şervanên YPG’ê Dilbirîn Hesekê û şervanê QSD’ê Zagros Seyîd li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê spartin axê. -
Cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Îsmaîl hate veşartin
Welatiyên Kobanê cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Îsmaîl Şêx Îbrahîm (Îsmaîl) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin. -
Li Dêra Zorê 150 sivîlên din hatin rizgarkirin
Şervanên QSD’ê yên ku korîdora ewlehiyê vekiribûn, 150 sivîlên din rizgar kirin. -
Li Helebê ji bo Efrînê pêşangeheke ya wêneyan
Hunermendên Helebê ji bo balê bikişînin ser Berxwedana Serdemê ya Efrînê û şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê pêşangeha bi navê ‘Ji bo te ey Efrîn’ hate vekirin. -
Li Minbicê teqînek pêk hat
Li Minbicê di encama teqîna bombeya berê li wesayîtekê hatibû bicihkirin de kesek birîndar bû. -
Li Dêra Zorê çeteyên tengav bûne daxwaz dikin biçin Tirkiyeyê
Li bajarokê Hecîn ê Dêra Zorê çeteyên ku tengav bûne ji bo biçin Tirkiyeyê daxwaza vekirina korîdorê kirin, diyar bû QSD’ê daxwaza wan red kiriye. -
Cenazeyê şervanên YPG û QSD’ê bi dirûşmeyan hate veşartin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed Hiso (Ziyad Hesekê), Hozan El-Yûsif (Ronî Gabar) û şervanê QSD’ê Mihemed El-Şêx (Esed) û Tewfîq Leylî (Şêrgo Hesekê) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar hate veşartin. -
Li Efrînê 2 leşkerên Tirk û 3 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê çalakiyek lidarxistin û di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk û 3 çete kuştin. Di çalakiyê de leşkerekî Tirk û 6 çete jî birîndar bûn. -
Li Ezazê wesayîteke bombebarkirî teqiya
Li bajarê Ezaz ê di bin dagirkeriya dewleta Tirk de wesayîteke bombebarkirî teqiya. -
Şehîdên QSD‘ê Nasir û Cewad bi merasîmekê spartin axê
Cenazeyê şehîdên QSD‘ê Nesir û Cewad ên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn bi merasîmekê li Til Hemîs li Goristana şehîdan spartin axê. -
Li Efrînê teqînek pêk hat: 2 kes mirin
Li ser rêya Efrîn-Cindirêsê dema derbasbûna traktorekê mayînek teqiya. Di teqînê de 2 kes mirin. -
Rejîma Tirk a dagirker gundekî Şêrawa bomberdûman kir
Hêzên dagirker ên Tirkiyeyê û çeteyên wê gundekî Şêrawa yên Efrînê bomberdûman kirin. -
YPG: 3 çeteyên DAÎŞ’ê yên biyanî hatin girtin
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ragihand ku 3 çeteyên biyanî yên DAÎŞ’ê ku dixwestin biçin Tirkiyeyê ji aliyê şervanên YPG’ê ve hatine girtin. -
Şervanên QSD'ê zêdeyî 2 hezar sivîlên din rizgar kirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) zêdeyî 2 hezar sivîlên rizgar kirin ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve weke mertal dihatin bikaranîn. -
Li Reqayê cenazeyê 3 şehîdan bi merasîmekê hate veşartin
Welatiyên Reqayê bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD‘ê Mehmûd Zeria (Xetab) û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Welîd El-Xelef û Şadî El-Hemada li goristana şehîdên Reqayê ya li gundê Hikûmiyê veşartin. -
Di salvegera rizgarkirina Kobanê de serhildana Şêladize hate silavkirin
Ji bo 4’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ji DAÎŞ’ê û ji bo 5’emîn salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser a Kobanê şahiyek hate lidarxistin û berxwedana gelê Şêladizê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hate silavkirin. -
YPG-YPJ: Berxwedana Kobanê çirûska avakirina yekîtiya Kurdan e
Fermandariya YPG/YPJ’ê têkildarî salvegera 4’an a rizgarkirina Kobanê got; “Berxwedana Kobanê him çirûska avakirina yekîtiya Kurdan e him jî çavkaniya cîhanê ya hêviya xelasiya ji terorê ye” -
Li Şehbayê 11 hezar xwendekarî karnameya xwe standin
11 hezar xwendekarên ji Efrînê û Şehbayê îro bi moraleke bilind û hêviya vegera Efrînê karnameya xwe standin. -
Fermandariya YPG’ê têkildarî agahiyên li ser tevnên civakî daxuyaniyek da
Fermandariya Giştî ya YPG’ê li ser agahiyên li ser tevnên civakî li ser navê Fermandariya Giştî tê parvekirin daxuyaniyek da û diyar kir ku hemû agahiyên wan li ser balpera fermî ya Navenda Ragihandinê ya YPG’ê parve dikin. -
QSD'ê hezar 300 sivîl rizgar kir
Şervanên QSD'ê hezar û 300 sivîl ji dest çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin û ew gihandin cihên ewle. -
Li Ezazê dagirkerek hate kuştin
HRE li Ezazê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê bi çalakiyeke ya sekvaniyê çeteyek kuştin. -
Li El Sûse û Meraşidê 150 DAÎŞ’î radestî QSD’ê bûn
Li eniya El Sûsa û gundê Meraşidê 150 çeteyên DAÎŞ’î xwe radestî hêzên QSD’ê kirin. -
Bagera Cizîrê: QSD’ê 500 sivîlên din jî rizgar kir
Pêşveçûna şervanên QSD’ê di Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ didome. Şervanên QSD’ê 500 sivîlên din jî rizgar kirin û birin cihê bi ewle. -
Şervanên YPJ’ê û QSD’ê êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê têk birin
Şervanên YPJ’ê û QSD’ê yên di Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de bi pêş ve diçin êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser gundê Moza û Maraşdê têk birin.