Dor li DAÎŞ’ê teng dibe
Herêma ku 1 km² di destê DAÎŞ’ê de ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate dorpêc kirin.
Herêma ku 1 km² di destê DAÎŞ’ê de ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate dorpêc kirin.
Li Baxozê ku herêma herî dawî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di destê DAÎŞ’ê de ye şerekî giran lê diqewime.
Hate ragihandin ku îro danê nîvro gelek sivîl hatin rizgarkirin û li cihên ewle hatine bicihkirin. Diyar bu li eniya Baxozê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAÎŞ’ê de şer giran e.
Li aliyê din ji fermandrên QSD’ê Ednan Efrîn ku Pêngava Bagera Cizîrê birêve dibe ragihand ku herêmekî 1 km² di destê çeteyan de maye û dor li wan hatiye giritn.
Ednan Efrîn diyar kir ku di destê çeteyan de sivîl nemane û tenê çete û malbatên wan hene.