Şehîdên Bagera Cizîrê bi merasîmên cuda hatin veşartin

Cenazeyê şehîdê YPG’ê û QSD’ dîsa Hêzên Parastina Civakî yên di Qonxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de şehîd bûbûn, bi merasîmê ncuda li Hesekê û Qamişlo hatin veşartin.

Cenazeyên şehîdên azadiyê bi merasîmên cuda hatin veşartin

HESEKÊ

welatiyan cenazeyê şervanê YPG’ê Fadî Ebûş (Egîd Botan) ê ku 6`ê Sibatê di Qonaxa Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbû, ji Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan berê xwe dan Gorsitana Şehîdan a Til Temir.

Li goristanê merasîm ji aliyê gel ve hate pêşwazîkirin û bi deqeyek rêzgritina leşkerî ve destpê kir. Piştre, Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Temir Hîba El-Şelaş û ji fermandarên YPG`ê Serhed Cûdî axivin.

Di axaftinan de, sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin, rola şehîdan di rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terorê hate bibîrxistin,

Piştî axaftinan û şûnde nasanemeya şehîda hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Di dawiya merasîmê de, cenazeyê şehîd Egîd Botan bi dirûşmeyan hate veşartin.

QAMIŞLO

Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo ji bo wergirtina cenazeyê şervanê QSD`ê Mistefa Silêman (Ehmed Qamişlo) , cenazeyên şervanên Hêzên Parastina Civakî Heqî Hol (Mehmûd Etalah), Ismaîl Qamişlo ( Yasîn Debûl), şervan Hetîmî ( Mihemed Hetîmî) li taxa El-Enteriyê kombûn. Şervan di 11`ê Sibatê de di Şerê Tinekirina Terorê de ji bo rizgarkirina cihê dawî yê çeteyên DAIŞ`ê şehîd bûbûn.

Piştî wergertina cenazeyên şehîdan, welatî bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan ve ketin rê. Li goristanê bi hezaran şênî, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamên saziyên civaka sivîl û şervanên hêzên leşkerî û Ewlekariya Hundirîn amade bûn.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina şervanên YPJ û YPG`ê ve destpê kirin. Piştre jî Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Îdan El-Efîn axivî û got: "Ger ne ji şehîdan û fedekariyên wan bûya, wê DAÎŞ`ê li tevahiya cîhanê belav bûya, ji ber ku ew li ser tevahiya mirovahiyê xeteriyek bûn."

şervanê YPG`ê Mihemed Zêdan got: "Şehîd meşaleyên azadiyê ne. Rêya azadiyê û rûmetê ronî dikin."

Piştî axaftinan, nasnameya şehîdna hete xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Cenzeyê şehîdan bi dirûşim û tilîliyan li Goristana Şehîd Delîl Saroxan hatin veşartin.