Li Raiyê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Li bajarokê Raî yê Babê ku dibin dagirkeriya dewleta Tirk de ye teqînek çêbû. Hate diyar kirin ku di teqînê de kuştî û birîndar hene.

Li bajarokê Raî yê Babê li nêzî sînor wesayîteke bombebarkirî hate teqandin.

Hate diyar kirin ku ji ber teqînê 3 çeteyên dewleta Tirk û 4 sivîl mirin e û hin sivîlên din jî birîndar bûne.

Heta niha tu kesê êrîş li xwe ne girtiye.