ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD: Me 24 şervanên xwe yên dîl ketin destê DAÎŞ'ê rizgar kirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand, wan 24 şervanên xwe yên dîl ketibûn destê çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirine. -
Ji Hecînê 42 hezar penaber gihîştin Holê
Kapasîteya Kampa Holê 40 hezar e, lê nifûsa wê niha gihîştiye 51 hezarî. Rayedaran diyar kirin, bi Pêngava Bagera Cizîrê re nêzî 42 hezar penaber û 3500 malbatên çeteyan ji Hecînê gihîştine Kampa Holê û banga alîkariyê li saziyên navneteweyî kirin. -
Cenazeyê 3 şehîdan li Minbicê bi merasîmekê hatin veşartin
Cenazeyên şervanên Ceyş El-Swar û xebatkarên Meclîsa Rêveber a Minbicê li Minbicê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
Sivîl û çete ji Baxozê direvin
Çeteyên DAÎŞ'ê û sivîlên ku ji gundê Baxozê reviyan, bi rengekî girseyî xwe gihandin nuqteyên QSD'ê. Piştî ku tên kontrolkirin ber bi kampan ve tên şandin. -
Şervanên QSD'ê zêdeyî du hezar kesên din ji Baxozê derxistin
Çete û malbatên wan jî di nav de zêdeyî 2 hezar kesên din ji aliyê şervanên QSD'ê ve ji gundê Baxozê hatin derxistin. -
Rûyên wan wekî ewrên bêbaran tirş bûn
Pêşveçûna şervanên QSD’ê di ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ de didome. Şervanên QSD’ê rojane bi dehan sivîl rizgar kirin û her roj çete xwe radest dikin. -
Dewleta Tirk li Dirbêsiyê 4 sivîl qetil kirin
Hêzên dagirker ên Tirk li herêma ser sînor ê bajarê Dirbêsiyê yê Rojava malbatek gulebaran kir û 4 sivîl qetil kir. -
QSD’ê 2 hezar sivîlên din ji destê DAÎŞ’ê rizgar kir
QSD’ê nêzî 2 hezar sivîl û malbatên çeteyan derbasî qadên ewle kir. Hin çete jî teslîm bûn. -
'Bi ruhê Leylayan em ê komploya li ser Bakurê Sûriyeyê têk bibin'
Endama Rêveberiya PYD'ê ya Kobanê Eyşe Efendî bal kişand ser gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Sûriyeyê û diyar kir, wê bi ruhê Leyla Guven, Avesta û Barînan komploya li ser Bakurê Sûriyeyê têk bibin. -
Şervanên QSD’ê bi hezaran sivîl rizgarkirin- NÛ BÛ
Îro dîsan şervanên QSD’ê di ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ de nêzî bi hezaran sivîl ji nav lepên çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kir. -
Şehîdên Bagera Cizîrê bi merasîmekê spartin axê
Cenazeyê 5 şehîdên Bagera Cizîrê bi merasîmekê ji aliyê bi sedan welatiyên bajarokê Bisêra û gundewarên Dêra Zorê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen spartin axê. -
Dewlet û çeteyên Tirk a dagirker Tirba Şêx Hemîd xera kirin
Dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete, li gundê Qestel Cîndo yê navçeya Şera ya Efrînê Tirba Şêx Hemîd ku ji bo Êzidiyan cihekî pîroz e, hilweşandin. -
Xezeba Zeytûnê: Li Şera 6 çete hatin kuştin
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand, li navçeya Şera ya Efrînê di çalakiyeke hêzên wan de 6 çete hatine kuştin. -
Li Şêrawa çalakiya sabotajê
Di çalakiya sabotajê de ya li Şêrawa ya Efrînê 3 çete bi giranî birîndar bûn. -
Hemdik: Heya sîstema Sûriyê demokratîk nebe, naguhere
Mehmûd Hemdik got, ''Siyaseta Sûriyê nayê guhartin heta ku siyaseteke demokratîk pêk bîne. Me dît ku hevpeymana Soçî û dewletên ku wê hevpeymanê bi rê ve dibin aloziya Sûriyê bi giştî çareser nake.'' -
Lavrov: Em bi Tirkiyeyê re operasyonên hevpar plan nakin
Wezîrê Karên Derve yê Rûyayê Sergey Lavrov anî ziman ku bi Tirkiyê re ti plansaziyên li ser xaka Sûriyeyê operasyonên hevpar pêk bînin tine. -
Akademiya şehîd Bêrîvan 2 dewreyên şervanên nû bi dawî kir
Akademiya şehîd Bêrîvan ya şervanê nû 2 dewreyên xwe yên bi navê şehîd Zelal Efrîn û şehîd Hebûn Qamişlo, ku ji pêkhateyên Kurd û Ereb pêk tên, li herêma Şedadê bi merasîmeke leşkerî bi dawî kir. -
Li depoya tupan a li kampa Holê teqînek pêk hat
Li depoya tupan a li kampa Holê ku li başûrê Hesekê ye teqînek pêk hat. 14 kes ji ber teqînê birîndar bûn. -
Şehîd Idlibî bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Şêniyên Minbicê, şevanê Ceyş El-Siwar Abdullah El-Seyîd (Idlibî) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû, li Şehîdgeha Minbicê bi merasîmekê veşartin. -
Şehîdên Kobanê hatin veşartin
Gelê Kobanê şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê û yê teqîna li gundê Kurpîngarê veşart. -
Hêzên Rizgariya Efrînê li çeteyên dewleta Tirk da
Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku hêzên wan li derdora gundê Kil Cibrîn ê Ezazê li wesayîteke çeteyên dewleta Tirk dane û çeteyek hatiye kuştin û 4 çete jî birîndar bûne. -
Li gundê Birc Heyder ê Şêrawa teqînek pêk hat
Li gundê Birc Heyder ê Şêrawa ya bi ser Efrînê, teqînek pêk hat. -
Li Hesekê şehîdên Pêngava Bagera Cizirê hatin veşartin
Şervanên QSD’ê yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, li Hesekê hatin veşartin. -
'Şerê Pîroz'
"Ji bo herdû keçên min nefroşin çi dixwestin min dikir". Mihdiye Beşar jineke Êzîdî ye, bi girî ev gotin ji me re got in û çavên wê li herdû keçên wê bû ku yek 8 salî û ya din jî 6 salî ye. -
Li Baxoza Jorîn rizgarkirina sivîlan: Bi wêne
Şervanên QSD’ê yên di Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya li gundê Baxoz ê Dêra Zorê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê têdikoşin bi hezaran sivîlên din jî rizgar kirin ku di nava wan de jin û zarok hene.