Efrîn û Şehba: Heta Rêberê me û Efrîn azad bibe wê têkoşîn bidome!

welatiyên Efrîn û Şehba yên ku 15’ê Sibatê Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin, piştgirî dan berxwedêra greva birçîbûnê ya Hevseroka KCE’ê Leyla Guven a ev 98’ roj in di grevê de ye.

Malbatên Şehîdan ên tevlî çalakiya protestoyê ya 15’ê Sibata 1999’an a Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li gundê Til Qerehê ku welatiyên Efrîn û Şehbayê jî tevlî bibûn, silav dan Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya bajarê Colemêrgê Leyla Guven a ev 98 roj in di greva bêdawî û bêdorveger de ye.

Di çalakiyê de Hevjîna Şehîd Hekîm Efrîn, Roken axivî û piştgirî da Leyla Guven û got:”Em hevjînên şehîdan piştgirî didin Leyla Guven ya ku ev 98 roj in ji bo şikandina tecrîdê li ber xwe dide.”

Endamê Meclîsa Malbata Şehîdan Sûreye Hebeş di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û Leyla Guven silav kir û got: ‘Em ê weke Serok Apo û Leyla Guven li şehbayê li ber xwe bidin û çalakiyên me wê dewam bike.”

Hebeş diyar kir ku meha Sibatê ji bo wan meheke reş e. Di vê mehê de 15’ê Sibatê Komploya Navneteweyî şermezar dikin. Hebeş got: “Dema ku serokê me derbasî Ewropayê bû, got ku li vir cihê mafê mirovan e, lê belê bi planek pi qirêj girtin û radestî Tirkiyê kirin. Her çendî em ji Rêberê xwe dûr bin jî em bi ramanê Serok Apo li ber xwe didin.”

Welatiyê bi navê Cemîl Birîm jî komplo şermezar kir û hemû şehîdên Kurdistan û şoreşê bibîr anî. Birîm anî ziman ku dijminê Kurd bi komployê xwestine navberê bixin nava wan û rêberê wan û got: “Ev Rêber ne Rêberê me tenê ye, Rêberê tevahî mirovahiyê ye. Îr em Kurd, Ereb, Sûriyan ji bo azadiya Rêberê xwe di nava çalakiyan de ne.”

Birîm dewletên bi navê mafê mirovan bang dikin şermezar kir û diyar kir ku ger rast bin, wê Ocalan û Efrînê azad bikin.

Endamê Reveberiya Jinên azad a Herêma Şehba Rîhab Cepo jî got: “Îro me bi malbatên şehîd, hevjîn û bavên şehîdan re komploya li ser Rêberê xwe şermezar dikin û piştgirî didin Leyla Guvenê. Em jinên Ereb, Kurd û Tirkiman niha li şehbayê bi fikir û felsefeya Serok Apo xwe bi rêxistin dikin.”

Li ser navê Rêveberiya Xweser Erîfe Beker jî çalakiya malbatên şehîdan silav kir û got: “Em komploya li ser Rêberê xwe şermezar dikin û piştevaniya berxwedêrên grevên birçîbûnê dikin. Heta em Rêberê xwe û Efrînê azad nekin wê têkoşîna me bidome.”