ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê Şehîdê QSD‘ê Dilşêr spartin axê
Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şervanê QSD‘ê Hemze El-Selmo (Dilşêr) ê di Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê şehîd bibû li Goristana Şehîd Dilşêr spartin axê. -
Şehîdên Bagera Cizîrê li Reqa û Dêra Zorê hatin veşartin
Şervanên QSD’ê û Erka Xweparastinê yên Di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, li Reqa û Dêra Zorê bi merasîmên hatin lidarxistin hatin veşartin. -
Hinek deverên dikevin Boxaza Jorîn ji destê DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin
Şervanên QSD’ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de bi pêşve diçin, hinek deverên dikevin eniya Boxaza Jorîn ji destê çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin. Komeke din a çeteyên DAÎŞ’ê xwe radestî hêzên QSD’ê kirin. -
cenazeyê 4 şehîdên YPG/YPJ û QSD’ê hatin veşartin
Bi hezaran welatiyên Dêrik û Girkê Legê cenazeyên 4 şehîdên YPG/YPJ’ê yên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûbûn li Goristana Şehîd Xebat û Goristana şehîdan a Til Koçerê veşartin. -
NÛ BÛ- Li Cerablûs û Babê li pey hev teqîn pêk hatin
Li pey hev li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de teqîn pêk hatin. -
Çeteyên artêşa Tirk bi topan êrîşî gundê Um El-Hoş kirin
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk bi topan êrîşî gundê Um El-Hoş ê Şehba ya girêdayî bajarokê Marî yê dikeve bakurê Helebê kirin. -
Şehîdên QSD’ê bi merasîmekê spartin axê
Cenazeyê 4 şervanên QSD’ê yên di Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan spartin axê. -
Dewleta Tirk li Efrînê li ser êgir e
Berxwedêran, ji roja ku Efrîn hate dagirkirin û vir ve nahêlin bêhn biçe ber dagirkeran. Dewleta Tirk tevî hemû hewldanên xwe jî nikare herêmê bi rê ve bibe. -
‘Bi wêne û helbestên xwe em ê Efrînê rizgar bikin’
Yekîteya Rewşenbîrên Efrînê ji bo dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê protesto bikin pêşangehek wêneyî, hin helbest û fîlmek, pêşkêş kirin. -
Şehîdên Bagera Cizîrê hatin veşartin
Cenazeyê 7 şervanên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehî bibûn, li Şehîdgeha Şehîd Dijwar a Hesekê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
YPG’ê nasnameya 7 şervanên xwe eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 7 şervanên YPG’ê eşkere kir yên ku li Efrîn, Dêra Zor û Til Temirê şehîd bûbûn. -
Du rojên dawî 5 hezar kes ji DAÎŞ'ê reviyan û xwe li QSD'ê girtin
Dema operasyonên QSD'ê yên li Dêrazorê, ji Duşemê û vir ve nêzî 5 hezar kes ji çeteyên DAÎŞ'ê reviyan û xwe li QSD'ê girtin. Di nav van de bi sedan endamên çeteyan jî hene. -
Li Efrînê li navenda çeteyan teqînek pêk hat
Li navendeke çeteyan a li Efrînê teqînek pêk hat. Tê gotin kuştî û birîndarên çeteyan hene. Li gorî agahiyên destpêkê 3 çete mirin. -
Efrînê dikin mîna 'bajarekî Tirkan'
Di pêvajoya Şoreşa Rojava de tevî dorpêçiyeke giran, Efrîn bûbû modela sîstemeke demokratîk. Lê belê bi komkujî, talan û asîmîlasyona piştî dagirkeriyê, hewl didin Efrînê bikin bajarekî Tirk. -
Cenazeyê endamê hêzên asayîşê Necar hate veşartin
Welatiyên taxa Şêx Meqsûd a Helebê cenazeyê enmdamê Hêzên Asayîşê Ednan Necar bi merasîmekê li goristana gundê Nebo vşeartin. -
Şervanên QSD’ê 2 hezar sivîlên din jî rizgar kirin
Li eniyên El-Sûs û Baxozê şervanên QSD’ê 2 hezar sivîlên din jî rizgar kirin. Li aliyê din çete û malbatên çeteyan jî xwe radestî şervanên QSD’ê dikin. -
60 çete li Hecînê xwe radestî QSD’ê kirin
Li rojhilatê bajarokê Hecînê piranî çeteyên biyanî 60 çete xwe radestî şervanên QSD’ê kirin. -
Li Lazkiyeyê êrîşa bombeyî: Kesek mir 4 kes jî birîndar bûn
Li bajarê Lazkiye yê dikeve bakur rojavayê Sûriyeyê wesayîteke bombebarkirî hate teqandin. -
Wekîlên Fransiz serdana Rojava kirin
Du wekîlên tevgera Franca Insomîse ya bi lîdertiya Serokkomarê berê yê Fransayê Jean-Luc Melenchon serdana Rojava kirin. -
Cenezeyê endema Asayîşê Iwêş Şiheb hate veşartin
Waletiyên Efrîn û Şehbayê cenezeya endema Asayîşê Iwêş (Iwêş Şiheb) bi merasîmekê li Goristana Şehîdên Serdemê ya navçeya Ehrezê veşartin. -
Gelê Efrînê dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyan protesto kir
Bi hezaran welatiyên Efrînê, êrîşa dewleta Tirk û komên wê yên çete yên li ser rêya Efrînê bi meşekê şermezar kirin. -
QSD di nava hefteyekê de 4 hezar sivîl rizgar kir
QSD’ê di nava 48 saetan de herî kêm 2 hezar û 500 sivîlên di nav destê çeteyên DAÎŞ’ê de rizgar kir. Di nava hefteyekê de nêzîka 4 hezar sivîl hatin rizgarkirin. -
Li Dêra Zorê 2 hezar sivîl hatin rizgarkirin
Şervanên QSD’ê di çarçoveya Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de li bajarokê El-Sûsê 2 hezar sivîlên din ku çeteyên DAÎŞ’ê weke mertalên zindî bikar danîn, rizgar kirin. -
QSD’ê li ser êrîşa Şedadê daxuyaniyek da
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê li ser êrîşa li navçeya Şedad a Hesekê pêk hat, daxuyaniyek nivîskî da. -
Hêzên Ewlekariyê bombeya li wesayîtê hatibû bicihkirin bêbandor kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişlo bombeya ku li wesayîtekê hatibû bicihkirin, hate bêbandorkirin.