Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Cîgirê Hevserokên Giştî yê ji Rêveberên Herêmî Berpirsyar Mehmet Ruştu Tiryakî pêk dihat, bi rojeva çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd, çûn serdana girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvrî).
Şandeyê bi Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê berê Bekir Kaya, Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer, Şaredarê Şîşliyê Resûl Emrah Şahan, Wekîlê TÎP’ê yê Hatayê Can Atalay û rojnameger Ercument Akdenîz, Halîl Aksoy, Nesîmî Aday û Ahmet Saymadî re hevdîtin kir.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan piştî hevdîtinan daxuyanî da û destnîşan kir ku li girtîgehan pirsgirêka herî mezin girtinên demdirêj û tunebûna daraza adil e û wiha got: “Hemû girtiyên siyasî ku me bi wan re hevdîtinê kir bi taybet jî Birêz Îmamoglû gotin ku ew girîngî didin pêvajoya heyî û ji bo ku bi ser bikeve her tişta ku bikeve ser milên wan pêk bînin.” Bakirhan diyar kir ku ev nêzîkatiya girtiyên siyasî wan bi hêvî kirine.
TULAY HATÎMOGÛLLARI: HEYECAN Û HÊVIYA HEMÛ GIRTIYAN JI BO AŞTIYÊ HEYE
Tulay Hatîmogûllari jî di daxuyaniya xwe de peyamên Îmamoglû û girtiyên din ji raya giştî re ragihand û wiha got: “Birêz Îmamoglû got ku di hewaya neyînî de ku krîza aborî û şerên li herêmê daye çêkirin, tişta ku herî zêde hêvî dide nîqaşkirina aştiyê ye.” Hatîmogûllari destnîşan kir ku aştî û demokrasî bi hev re girêdayî ne.
Tulay Hatîmogûllari peyama, “Cudakarî li Tirkiyeyê nayê. Em neçar in ku her cihê ku li welêt êşê dikşîne, baş bikin” a Îmamoglû ragihand û diyar kir ku di hemû girtiyan de heyecana ji bo aştiyê tê hîskirin.
Hatîmogûllari di heman demê de îşaret bi gotinên, “Em amade ne ku bi hev re ji bo aştiyê ked bidin û bixebitin. Ev ji bo Tirkiyeyê derfetekî dîrokî ye, divê em bi hev re xwedî lê derbikevin” a Îmamoglû kir û got ku ev nêzîkatî pir hêja ye.
Hatîmogûllari diyar kir ku yek ji gazindên herî mezin a girtiyên siyasî darizandinên ji ber sedemên siyasî û tunebûna serxwebûna darazê ye û wiha got: “Ger ku ji ber hatine hilbijartin û ji ber di zemîna demokratîk de siyasetê dikin mirov li girtîgehan têne girtin, ev sepandinekî dij demokratîk e.
Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku ew ê wekî DEM Partiyê hewldanên xwe yên ji bo aştiya mayînde ku hemû beşên civakê di nava xwe de dihewîne, bidomînin û anî ser ziman ku peymanên hevalên wan ên li girtîgehê jî di vî aliyê de ye.
‘ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD WÊ TIRKIYEYÊ BI HÊZ BIKE’
Tulay Hatîmogûllari ragihand ku di hevdîtinan de geşedanên li herêmê jî bûye rojev û got ku di nava hawirdorekî de ku wekî şerê Îran- Îsraîlê xeterî hene, avakirina aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê xwedî girîngiyekî krîtîk e.
Tulay Hatîmogûllari bi berdewamî wiha got: “Ji bo Tirkiye û meseleya me ya navxweyî avakirin û mayîndekirina aştiyê wê Tirkiyeyê bi hêztir bike. Tirkiyeyê ku pirsgirêka Kurd çareser bike, wê bi hêztir bibe. Tirkiyeyê ku li ser bingeha mafê welatîbûna wekhev di zemînekî demokratîk de pirsgirêkan çareser kiriye, piştrast bibin ku wê me ji xeteriyên pir mezin ên muhtemel bi awayekî pir xurt biparêze. Ev jî yek ji peyamên herî bingehîn ên hevdîtinê me bû.”