Rizgarkirina jinên Êzidî!. -ÇAVDÊRÎ

Dema ku çavên wan bi şervanên QSD’ê û YPJ’ê ket, wê kêliyê min di çavê wan de wisa hîs kir ku ji kêfxweşiyan kêm mabû ku baskên wan çêbin û weke çûkan bifirin; ber bi cih û warê Derwêş û Edûlê biçin.

Di cîhanê de cih û warê cara yekem jiyan lê hatî honandin, xaka Rojhilata Navîn e. Heman demê di nava xaka Rohilata Navîn de jî xaka herî dewlemend û pîroz, Kurdistana rengîn e. Ev xak, bi vê dewlemendiya xwe ji bo tevahî mirovahiyê bûye dergûşa jiyanê. Ji ber xweşikbûn û dewlemendiyên xwe yên sererd û binerd her tim bi êrîşên desthilatdar û dagirkeran re rû bi rû dimîne. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de, êrîşên ji aliyên çeteyên hov ên DAÎŞ’ê ve bi awayek dijmirovî li ser gelê Êzidî yê Şengalê pêk hatin. Bêyî ku bêjin ev jin e, zarok e, yan jî mirovên temen mezin in, mîna agirê sotî her tişt, her kes da ber xwe û çû. Gelê me yê Êzîdî yê li herêma Şengalê rastî fermaneke ku ti caran ne birînên wê dikewin û ne jî di dîroka mirovahiyê de şopên wê winda dibin, vekir. Heta roja îro jî bi hezaran jin, zarok, keç û mirovên temenên wan mezin, di fermanê de ketin destê çeteyên DAÎŞ’ê, tên rizgarkirin.

Weke tê zanîn, ev demek dirêj e di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û nexasim bi pêşengiya YPJ’ê, bi giyanake fedayî Pênagava Bagera Cizîrê ku qonaxa xwe ya dawî de ye, her roj bi sedan sivîlên di bin dagirkeriya çeteyên DAÎŞ’ê de ne, rizgar dikin.

Îro dema me berê xwe da korîdora ku di bin ewlehiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ye, me şahidiya wan kêliyên zêrîn yên ku bi her awayî xwe di hişê mirovan de cih digire, kir.

Di nava kesên sivîl ên hatî rizgarkirin de jin û keçên ciwan ên Şengalî jî hebûn. Dema ku çavên wan bi şervanên QSD’ê û YPJ’ê ket, wê kêliyê min di çavê wan de wisa hîs kir ku ji kêfxweşiyan kêm mabû ku baskên wan çêbin û weke çûkan bifirin; ber bi cih û warê Derwêş û Edûlê biçin. Ango biçin xaka pîroz û bedew Şengala Rengîn…

Ew kêfxweşiya li ser rûçikên wan, bihayê her tiştî bû. Te digot qey mîna zarokekî biçûk ku piştî dûrbûn û hesreta salan, careke din dayika xwe dibînin, vegera wan a welêt kelecaneke pir mezin bi wan re çêkiribû. Di her gotineke wan de, tenê peyva derdiket ev bû, “Em pir kêfxweş in ku em gihan şervanên Azadiyê. Em spasiya wan dikin ku em ji destê van dagirker û çeteyên hov ên DAÎŞ’ê rizgar kirin. Heta em sax bin jî em qet qenciya şervanên QSD’ê û şervanên YPJ’ê jibîr nakin..”

Bi vê kêfxweşiya dayîk û jinan re li kêleka wan şervanan jî bi wê coş û moralê ji bona wan bigihînin xaka wan a pîroz Şengala rengîn, kêlî bi kêlî bi rihê xwe yê fedayî ji wan re dibûn alîkar ku wan bi silametî bigihînin hêzên ewlekariyê. Şervanan jî soz didan wan dayikan ku heya yek jin, keç, zarok û pîr hebin, wê hewl bidin ku wan rizgar bikin.