ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
‘Meclîsa Ciwanên Şoreşger ên Rojhilata Navîn’ hate avakirin-NÛ BÛ
Li Kobanê di 2. Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn de ‘Meclîsa Ciwanên Şoreşger ên Rojhilata Navîn’ hate avakirin. -
Şervanên QSD’ê bi sedan sivîlên din jî rizgarkirin
Şervanên QSD’ê li gundê Baxoz ê Dêra Zorê bi sedan sivîlên din jî rizgar kirin ku di nava wan de jin û zarok jî hene. -
Konferansa Ciwanan: Tecrîd li dijî gelên Rojhilata Navîn e
Delgeyeyên ku tevlî Konferansa 2'yan a Rojhilata Navîn Ciwanan a li Kobanê bûne li dijî tecrîda li ser Ocalan bi çar zimanan daxuyanî dan û gotin, ''Tecrîd di şexsê Ocalan de li dijî gelan tê kirin''. -
Li Baxozê hezar sivîlên din hatin rizgarkirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li gundê Baxozê hezar sivîlên din rizgar kirin. -
Ciwanan li dijî faşîzmê banga yekîtiyê kirin
Konferansa ciwanan a Rojhilata Navîn ku rêxistinên ciwanan li Kobanê bi dirûşma ''Ber bi Rojhilata Navîn a pireng û demokratîk ve' cara duyan pêk tînin, bi kelecaniyeke mezin didome. -
Xezeba Zeytûnê: Li Cerablûsê 8 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand, di çalakiya doh de ya li ser pira Xendûra ya li Cerabûsê 4 çete û 4 kesên ji îstîxbarata Tirk hatine kuştin. -
Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn di roja 3'emîn de ye
2. Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn ku li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê pêk tê, di roja 3'an de ye. -
‘Li Efrînê 25 dagirker hatin kuştin’
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê diyar kir ku îro di teqîna Efrînê de 25 dagirker hatine kuştin û 36 dagirker birîndar bûye. -
Partiyên Kurdan aloziya li Sûriyeyê û yekîtiya neteweyî nîqaş kirin
Partiyên Kurdan îro hatin ba hev û aloziya li Sûriyeyê û yekîtiya neteweyî nîqaş kirin. Piştî civînê daxuyaniyeke hevpar hate dayîn. -
Li Cerablûsê 4 leşkerên Tirk û 3 çete hatin kuştin
Li herêma Xendûra ya Cerablûsê 4 leşkerên Tirk û 3 çeteyên Cephe El Şamiye hatin kuştin. -
Cenazeyên şehîd Fayiz Ebas û Hediya Xidir hate veşartin
Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê û navçeyên Çilaxa, Til Koçer û Girkê Legê cenazeyên şehîd Fayiz Ebas û Hediya Xidir li Goristana Şehîdan a Til Koçerê veşartin. -
Çeteyên DAÎŞ’ê li Dêrazorê 15 sivîl qetil kirin
Çeteyên DAÎŞ’ê xebatkarên îstasyona petrolê ya El Omerê kirin hedef û di êrîşê de 15 sivîl hatin qetilkirin. -
Li Efrînê teqîneke mezin pêk hat
Li Efrînê li nêzî Nexweşxaneya Dêrsimê teqîneke mezin pêk hat. Hate diyarkirin ku dema çeteyên dewleta Tirk merasîm li dar xistine, ev teqîn pêk hatiye. -
Cenazeyê şehîd Dilovan bi merasîmekê hate veşartin
Welatiyên Minbicê cenazeyê şervanê Hêzên Taybet yê Meclîsa Leşkerî ya Mnbicê Îhab Hemed Abdullah bi merasîmekê li goristana şehîdan a bajêr veşartin. -
Di navbera Meclîsa Leşkerî ya Babê û çeteyên Tirk de şer derket
Li rojhilatê Babê di navbera Meclîsa Leşkerî ya Bab û çeteyên dewleta Tirk de şer heye. -
Di topbarana li dijî gundê Soxankê yê Şêrawa de 4 sivîl birîndar bûn
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî gundê Soxankê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê kirin û di encamê de 4 sivîl birîndar bûn. -
Li Serêkaniyê ji ber teqîna mayînekê zarokek birîndar bû
Li gundê Xirbet Benat a Serêkaniyê ji ber teqîna mayîneke çeteyên DAÎŞ’ê ku berê çandibû, zarokek 16 salî birîndar bûye. -
Şervanên QSD’ê bi sedan sivîlên din rizgar kirin
Sivîlên ku çeteyên DAÎŞ’ê weke mertalên zindî bikar tînin ji aliyê şervanên QSD’ê ve tên rizgarkirin. -
Roja yekem a Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn bi dawî bû
Rûniştina roja yekem a Duyemîn Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn a li Kobanê hate kirin bi dawî bû. -
Yûsif: Ya ku dawî li DAÎŞ’ê anî îtifaqa gelên herêmê ye
Foza Yûsif a tevlî 2. Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn a li Kobanê bû got: “Eger ku îro dawiya çeteyên DAÎŞ’ê hatiye, ev encama îtifaqa gelên li herêmê ye.” -
HRE: Li Efrînê leşkerek û 3 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiyên wan ên li Efrînê de leşkerek û 3 çete hatine kuştin. -
Ciwanên Rojhilata Navîn li Kobanê têkoşîna hevpar nîqaş dikin
Bi sedan ciwan li Kobanê di Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn a 2’emîn de hatin ba hev û têkoşîna hevpar nîqaş dikin. -
2. Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn dest pê kir
2. Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn bi şiyara "Bi pêşengiya ciwanan ber bi Rojhilata Navîn a pir reng û demokratîk" li Kobanê dest pê kir. -
Şervanên QSD'ê bi dehan sivîl ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin
Çeteyên DAÎŞ'ê li qadeke biçûk a gundê Baxozê yê Dêra Zorê asê mane. Çeteyên ku dixwazin ji şervanên QSD'ê birevin, sivîlan ji xwe re dikin mertal. -
QSD’ê komeke din a sivîlan ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) komeke din sivîl li herêma ku çeteyên DAÎŞ’ê lê tengav bûne rizgar kir û li herêmên bi ewle bi cih kir.