Nasnameya 10 şehîdên ‘Bagera Cizîrê’ hate eşkerekirin

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 10 şehîdên ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ ya Şerê Tinekirina Terorê eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 10 şehîdên ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ eşkere kir.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye;

“Têkoşîma me ya bi salan e li Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê, ku cîhê şaxvedana şoreşa Rojava ye, gihîşt asteke nû ya girîng. Têkoşîna azadiyê ya ku em li hember terorîzmê dimeşînin îro komên terorî di gundê Baxoz a ser bi Dêra Zorê ve de di qadeke 1 km2 de asê kiriye. Bêguman yên ku herî zêde di vê serkeftina dîrokî de xwedî ked in şehîdên me yên ku her yek ji wan bi armanca hevjiyana azad ya gelan xwe feda kirin e.

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de, pêşketina hêzên me ya li gundê Baxozê didome. Di çarçoveya operasyonên di dîrokên 10 û 11 Sibatê, 10 rêhevalên me di şerê li herêmê de şehîd  ketin. Rêhevalên me Alan, Canda, Egîd, Heqî, Hitêmî, Îsmaîl, Jiyan, Mazlum, Serbest û Zagros bi sekna xwe bûn îfadeyek şênber ji bo têkoşîna me ya azadiyê.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Alan Rojava

Nav û Paşnav: Ebdulxaliq Bobî

Navê Dayikê: Fesîha

Navê Bav: Selam

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

Cih û Demê Şehadetê: Dêra Zor / 11’ê Sibata 2019’an

***

Nasnav: Canda Çarçela

Nav û Paşnav: Rehşan Mamo

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Omer

Cihê Jidayikbûnê: Heleb

Cih û Demê Şehadetê: Dêra Zor / 10’ê Sibata 2019'an

***

Nasnav: Egîd Botan

Nav û Paşnav: Fadî Ebuş

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Ehmed

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

Cih û Demê Şehadetê: Dêra Zor / 11’ê Sibata 2019’an

***

Nasnav: Heqî Hol

Nav û Paşnav: Mehmûd Atilla

Navê Dayikê: Hude

Navê Bav: Riyad

Cihê Jidayikbûnê: Dêrezor

Cih û Demê Şehadetê: Dêra Zor / 11’ê Sibata 2019’an

***

Nasnav: Hitêmî Qamişlo

Nav û Paşnav: Mihemed Hitêmî

Navê Dayikê: Behiye

Navê Bav: Ehmed

Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo

Cih û Demê Şehadetê: Dêra Zor / 11’ê Sibata 2019’an

***

Nasnav: Îsmaîl Qamişlo

Nav û Paşnav: Yasîn Dabul

Navê Dayikê: Cemîle

Navê Bav: Faruq

Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo

Cih û Demê Şehadetê: Dêra Zor / 11’ê Sibata 2019’an

***

Nasnav: Jiyan Tolhildan

Nav û Paşnav: Dilxwaz Kenco

Navê Dayikê: Ayşe

Navê Bav: Îdrîs

Cihê Jidayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û Demê Şehadetê: Dêra Zor / 10’ê Sibata 2019'an

***

Nasnav: Mazlum Doxan

Nav û Paşnav: Mehmûd El Hasud

Navê Dayikê: Şemse

Navê Bav: Xelîl

Cihê Jidayikbûnê: Çilaxa

Cih û Demê Şehadetê: Dêra Zor / 11’ê Sibata 2019’an

***

Nasnav: Serbest Girkêlegê

Nav û Paşnav: Eymen El Hemo

Navê Dayikê: Tirkiye

Navê Bav: Ebdulbaqî

Cihê Jidayikbûnê: Til Koçer

Cih û Demê Şehadetê: Dêra Zor / 11’ê Sibata 2019’an

***

Nasnav: Zagros Çilaxa

Nav û Paşnav: Elî Mûbarek

Navê Dayikê: Melîke

Navê Bav: Nayif

Cihê Jidayikbûnê: Çilaxa

Cih û Demê Şehadetê: Dêra Zor / 11’ê Sibata 2019’an

 

Em şehîdên xwe yên ku bi têkoşîna xwe nirxên mezin afirandine bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Em soza nirxên ku şehîdên me afirandine biparêzin û li ser şopa wan têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bikin, nû dikin.