Komploya 15'ê Sibatê li Şehbayê hate şermezarkirin

Malbatên Şehîdan yên herêma Efrînê û Şehbayê li gundê Til Qerehê Komploya Navnetewî ya 15'ê Sibatê şermezar kirin û xwedî li çalakiya Leyla Guven derketin.

Çalakiya şermezaririna Komploya Navnetewî ya 15'ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gundê Til Qerehê hate çêkirin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa, ''Em komloya 15'ê Sibatê ya li ser Rêberê gelan Serok Apo şermezar dikin'' hate vekirin.

Li ser navê Malbatên Şehîdan a Hherêma Efrînê Ednan Şêx Mihemed û li ser navê TEV-DEM'ê, endamê Rêveberiyê Hesen Koçer axivîn.

Di berdewamiyê de Sîdra Mamo avivî û got:”em weke malbata Şehîdan tevlî vê çalakiyê bûne ji bo şikandinê tecrîdê û piştgriya Leyla Guven.”

Çalakgerê bi navê Hisên Murad axivî, ''Em dengê xwe digihînin hemû cîhanê û slavan li Serokê xwe Abdullah Ocalan û li Leyla Guven dikin, ku ev 98 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Em Meclîsa Malbatên Şehîdan soz didin ku heta dawî li ber xwe bidin''

Li ser navê Malbata Şehîdan Esiya Ebdo jî slav li Leyla Guven kir, 15'ê Sibatê şermezar kir û diyar kir ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin.

Di dawiyê de jî li ser komploya navneteweyî sînevîzyonek hate nîşandan.