Pêşveçûna şervanên QSD’ê didome: Dor li çeteyan hate girtin

Şervanên QSD’ê di ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ de dor li çeteyên DAÎŞ’ê teng kirin û pêşveçûna şervanan didome. Li Dêra Zorê herêmekî 1 km² di destê çeteyan de maye.

Li gundê Baxoza Jorin operasyona dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê didome. Şervanên QSD’ê yên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer dikin diyar kirin ku çete li herêmekî 1 km² tengav bûne.

Şervanan diyar kirin ku çete li herêma ku tengav bûne bi êrîşên xwekujî û wesayîtên bombebarkirî dixwazin pêşveçûna QSD’ê asteng bikin. Şervanan ragihandin ku heta hemû gundê Baxoz ji çeteyan neyê rizgarkirin wê li dijî terorê şer bikin.

Li gundê Baxozê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAÎŞ’ê de şerekî dijwar diqewime.