Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Xelkê herêma Firatê li dijî êrîşên dewleta Tirk bi girseyî meşiya

Bi hezaran ji xelkê herêma Firatê, bi meşeke girseyî li ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker rabûn. Di çalakiyê de biryardariya li ser berxwedanê hate nîşandan û hate gotin, "Serketin wê para gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê be."

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji partiyên siyasî yên cuda, malbatên şehîdan, saziyên rêveberiyê û pêkhateyên herêma Firatê bi hezaran kes daketin qadan.

Girseya gel bi pêşengiya Kongreya Star li Qada Jin a Azad a Kobanê li hev civiya û bi hêrseke mezin a li dijî êrîşan ber bi Qada Şehîd Egîd ve meşiya.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan hatin hildan. Her wiha zarokan pankartên bi nivîsa "Bes e ji bêdengiyê re, Na ji dagirkeriyê re" hildan. Di çalakiyê de dirûşmên "Bimire xiyanet", "Bijî berxwedana QSD'ê" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.

Piştî meşê ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin û ji Rêveberiya Kongreya Star Macîde Hesûn axivî.

Macîde Hasûn şerê li çiyayên Kurdistanê li dijî dewleta Tirk a dagirker tê meşandin silav kir û diyar kir ku dewleta Tirk a li çiyê têk diçe, êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Armanca faşîzmê qirkirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Lê em weke gelên herêmê, em ê têkoşîna xwe her tim bimeşînin û li ber dagirkeriyê rabin."

Di dawiya daxuyaniyê de bi navê gelên Kurd, Ereb, Suryan û hemû pêkhateyên herêmê biryardariya li ser bexwedanê hate nîşandan û hate gotin, "Serketin wê para gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê be."