Li Girê Spî û Eyn Îsayê di nav 10 rojan de 5 kes hatin qetilkirin

Hat ragihandin ku di êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gundên Girê Spî û Eyn Îsayê yên deh rojên dawîn de 5 kes şehîd bûne.

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî Wîsam El Omer bi daxuyanî ku da çapemeniyê encama êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gundên Girê Spî û Eyn Îsayê yên deh rojên dawîn aşkera kir.

Wîsam El Omer, destnîşan kir ku dewleta Tirk, agirbest binpê dike.

El Omer, got ku dewleta Tirk di nav deh rojan de gundê Kor Hesen, Fatise, Siwêd, Ehmediye bi balafirên bêmirov ên biçek, tank, hewan û sekvanan 30 caran ji xwe re kirine hedef û da zanîn ku ji ber êrîşan 4 jê endamên Hêzên Ewlehiya Navxweyî, 5 kes şehîd bûne, 2 jî birîndar bûne.

El Omer, têkildarê şehîd û birîndaran ev tişt dan xuyakirin: “Ehmed El Xidir (21) di êrîşa balafira biçek a bimirov a li nêzê benzînxaneyekê de şehîd bûye, Elî Xelîl jî bi xedarî birîndar bûye.

4 endamên Ewlehiya Navxweyî jî li ser rêya Eyn Îsa-Reqayê, di encama êrîşa balafira biçek a bêmirov de şehîd bûne. Navê şehîdan ev in: Cîhan Mistefa, Beşar Mihemed, Sara Hisên û Selma Mistefa.

Welatiyê bi navê Beşîr El Ferhan jî di bombebaranek a bi 5 kîlometreyan dûrê gundê Cedîdeyê de birîndar bûye.”

El Omer, derbirî ku êrîşên dagirkeriyê di deh rojên dawîn de gelek zêde bûne û eniyên şer ên bi 20 km kûrahî hedef tên girtin.

El Omer di dewama axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker wesayîteke Hêzên Ewlehiyê ya bi 50 kîlometreyan dûrê sînorê xwe kiriye hedef û soz da ku ew ê li dijî êrîşên dagirkeriyê bibin mertalekê xurt.