Di êrişên dewleta Tirk de li herêma Cizîrê 6 kes birîndar bûn
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser derverên cûda yên herêma Cizîrê de 6 kes birîndar bûn.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser derverên cûda yên herêma Cizîrê de 6 kes birîndar bûn.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê êrişên doh ên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
''Artêşa Tirk a dagirker li bajarên Qamişlo, Amûdê û Tirbespiyê êrişên xwe yên bêserûber li dijî sivîlên ewle zêde kirin.
Bajarê Qamişlo û gundewarê wê bi 15 topan kir armanc. Di encamê de 6 sivîl, di nav de 3 zarok û 2 jin birîndar bûn. Her wiha bi 23 topan gundewarê bajarokê Tirbespiyê topbaran kir, di encamê de zarok û jinek birîndar bûn.
Her wiha artêşa Tirk a dagirker 21 top avêtin gundên sînorî yê bajarokê Amûdê û malên sivîlan kir hedef. Di encamê de welatiyek birîndar bûn û wî rakirin nexweşxaneyan. Di heman demê de gundên bajarokê Tirbespiyê bi 10 topan kirin hedef.
Ev êriş xeta dewleta Tirk a dagirker a têkbirina ewlehî û îstiqrara herêmên me nîşan dide, bi kiryarên xwe siyasetên mêtîngeriyê pêk tîne ku di dîrokê de hewl dide dagirkeriyê bi cih bîne, nakokiyan derxîne û destekê dide terorê.
Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn van êriş û binpêkirinan şermezar dikin û bang li civata navneteweyî û tevahî cîhanê dikin ku dosyayên terorî yên Tirkiyeyê û kirinên wê yên qetilkirina zarokên gelê me û têkbirina ewlehî û istiqrara herêmên me bibînin."