Amûdê, Tirbespiyê û Dirbêsiyê tên bombebarankirin: 2 kes birîndar bûn- HAT NÛKIRIN

Dewleta Tirk a dagirker gundên Amûdê, Tirbespiyê û Dirbesiyê yên Rojava bombebaran dike. Li Tirbespiyê jinek, li Dirbesiyê jî endamekî hêzên hikûmeta Şamê birîndar bûn.

Gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji serê sibehê ve ye ku tên bombekirin.

Li gor saeta herêmê, di 16.40’î de gundên Cirnik, Til Hemdûn û Xanîkê yên Amûdê û gundê Qermanê yê Dirbêsiyê hatin bombekirin.

Dewleta Tirk gundên Şelhomiyê, Girdêm û Kêl Hêsnak ê Tirbespiyê di heman wextî de kirin hedef.

Di êrîşa li ser gundê Qeremanê ya rojavayê Dirbesiyê de endamekî hêzên hikûmeta Şamê birîndar bû. Leşkerê birîndar rakirin Nexweşxaneya Şehîd Xebat a navçeyê.

Li aliyê din dewleta Tirk a ku êrîşên xwe ber bi bakur-rojavayê Tirbespiyê berfireh kir, vê carê gundên Til Şeîr û Girkê Zîra bombebaran kir.

Di êrîşa li ser gundê Til Şeîr de jineke ku di zeviya xwe de dixebitî birîndar bû.