Bi sedan şêniyên bajarê Tirbespiyê şehîd Hêvîn Osman spartin axê
Bi sedan şêniyên bajarê Tirbespiyê cenazeyê endama hêzên Erka Xweparastinê Hêvîn Osman (Dilsoz Tirbespiyê), spartin axê.
Bi sedan şêniyên bajarê Tirbespiyê cenazeyê endama hêzên Erka Xweparastinê Hêvîn Osman (Dilsoz Tirbespiyê), spartin axê.
Li Tirbesiyê bi sedan kes ji bo pêşwazîkirina cenazeyê endama hêzên Erka Xweparastinê Hêvîn Osman (Dilsoz Tirbespiyê), berê xwe dan Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê yê li rojhilatê navçeyê.
Di merasimê de endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Ebdî Xelef axivî û destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ev e ku bi êrîşan re gel koç bike û herêm were qirkirin.
Xelef diyar kir ku heta serkeftinê ew ê rêya şehîdan bin û wiha got: “Em malbatên şehîdan îro li pêş cenazeyê şehîd Dilsoz sekinîne, em soz didin ku em ê çeka şehîdên xwe rakin û heta heta serkeftinê li ser rêya wan têbikoşin.”
Li ser navê Hêzên Xweparastinê Fermandar Herekol Ehmed axivî û da zanîn komekê şervanên wan bi armanca tirsandin û koçberkirina şêniyan bi balafirên bêmirov hatine hedefgirtin.
Ehmed tekez kir ku berdêl çiqas giran be jî, ew ê li hember êrişên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşînê bidomînin.
Piştî axaftinan belgeya şehadetê ya şehîd Dilsoz hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.
Dilsoz Tirbespiyê duh di êrişa balafira bêmirov a biçek a artêşa Tirk a dagirker de dema li navenda berpirsa parastina nexweşxaneyên Qamişlo hedef girt, şehîd bû.