Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku di bombebarana dewleta Tirk a li dijî wesayîtekê ya li gundê Mele Sibat ê Qamişloyê de du şervanên wan û sivîlek şehîd bûn. QSD'ê got: “Li hember van êrîşan em ê di çarçoveya parastina rewa de bersiv bidin û tolên şehîdên xwe ji dagirkeran hildin.”
Di daxuyaniya QSD’ê de ev tişt hatin gotin:
''Îro ber bi êvarê di seet 17:10 an de, dema 2 şervanên me bi maşîneyek aîdê sivîlan ji bêhndanê vedigeriyan, li gundê Mele Sibat ya girêdayî bajarê Qamişlo bû armanca êrîşa balafira bê mirov û biçek a artêşa Tirk a dagirker. Di encamê vê êrîşê de şervanên me Dijwar Kobanî û Çiya Qamişlo şehîd ketin. Her wiha di vê êrîşê de welatiyek sivîl bi navê Edîb Yûsif jî şehîd ket.
Artêşa Tirk a dagirker di demên dawî de êrîşên xwe li seranserî sînor zêdetir kiriye. Her roj hem bi topbaranan hem jî bi balafirên bê mirov û biçek êrîşan lidar dixe. Di van êrîşan de ne tenê leşker, gelê me yên sivil jî tên hedefgirtin. Li hember van êrîşan em ê di çarçoveya parastina rewa de bersiv bidin û tolên şehîdên xwe ji dagirkeran hildin.”